'Ne mumkun e du hêzên leşkerî li Rojava hebin'

'Ne mumkun e du hêzên leşkerî li Rojava hebin'

Serokên Partiyên sereke ku di ENKS'ê de cihê xwe digrin, ji ANF'ê re ragîhandin ku di kongreya duyemîn ya ENKS'ê de biryar hate dayin ku tu komên çekdar, ji bilî Lijneya Leşkerî ya Pispor ku girêdaye Desteya bilind a kurd li Rojavayê Kurdistanê nikare bê damezirandin.

Kongreya Encumena Niştimanî Kurdî (ENKS) hate li darxistin. Der barê Kongrayê de, hin malperên înternetê yên nûçeyan ku dibêje di kongreyê de biryar hatiye girtin ku lijneya leşkerî ya pispor ku girêdayî ENKS'ê were damezirandin. Der barê mijarê de Sekerterê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Suriyeyê (Yekîtî) Mihyedîn Şêx Alî û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd ya Suriyeyê (Elpartî) Nesredîn Ibrahîm ji ANF'ê re ragihandin û nûçeyên ku der barê Lijneya Pisporde ku ji aliyê ENKS'ê ve were damezirandin deriwandin û diyar kirin ku tu Hêzên leşkerî ji bilî Lijneya leşkerî a Pispor a girêdayî Desteya Bilind a Kurd nabe tu hêz werin damezirandin.

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Suriyeyê Mihyedîn Şêx Alî wiha got: '' Ne mumkune 2 hêzên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê werin avakirin. Hêza ku avabûye lijneya pispor a girêdaye Desteya Bilind a Kurd e. Ev ji bo dîsîplîn û sîstematîkê jî pir başe. Ji bo hêzên siyasî em tiştekî nabêjin bia hêz pir bin, lê bi rastî ku du hêz hebin metirsîna şerê navxweyî derkeve heye''.

Alî der barê kongreya duyemîn ya ENKS'ê de diyar kir ku kongre bi encam bû û got: “Di kongreya ENKS'ê de biryarek baş hate girtin. Endamên ENKS'ê ji 333 kesî daketin 77’an. Ev endam dê wek lijneya rêvebira ENKS'ê bin. Di hundirê xwe de wê komîteyên kar û xebatê werin avakirin. Di warê Siyasî de jî tiştên balkêş di kongireyê de nebûn, ango mirov dikare bibêje ku parastina rewşa aştiyane li herêmên kurda, Encumenê biryar da ku mafên kurdan bi rengî destûrê were çareserkirin”.

Sekerterê Partiya Demodrat (Elpartî) Nesredîn Ibrahîm diyar ku di kongreya duyemîn ya ENKS'ê de biryar hat dayin ku tenê yek hêza leşkerî li Rojavayê Kurdistanê hebe û got: '' Hin hêz di hundirê ENKS'ê de hebûn. Dixwestin biryar di kongirê de were dayin ku hêza girêdayî ENKS'ê de were avakirin. Lê bi rastî ew hêz bi ser neketin. Hin alî hebûn dixwestin hêza çekdarî ya ENKS'ê hebin, lê ji ber ku piranî endamên Encumenê li dijî nerîna wan bûn, ew bi ser neketin. Em wek Encumena niştimanî kurdî 5 endamê me di lijneya Leşkerî ya Pispor ku girêdayî Desteya Kurd a Bilind hene, ew me temsîl dike. Ji ber wê em tu pêdiviyê bi avakirina komên çekdar nabînin. ji ber ku komîteya leşkerî ya pispor heye, her kes dikare cihê xwe di navde bigre''.

Her wiha Îbrahîm diyar kir ku ‘Avakirina koma çekdar ji kîjan aliyî be bila bibe ew wek teşwîş (XERAKIRIN) li ser yekitiya Gelê kurd dibîni û got: “ Hemû kes gerek xwe di bin sîwana komîteya pispor a girêdayî Desteya Bilind a Kurd de bigire. Nabe ku tu komên çekdar li derveyî wê hebin. Ku ji aliyê Hin Partiyan ve komên çekdar hatin avakirin wê bibe ku ev alî dixwzin rê li ber şerekî navxweyî vebikin''.

Îbrahîm Der barê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de diyar kir YPG'ê cihê xwe di nav lijneya leşkerî ya Pispor ku girêdayî Desteya Bilind a kurd de digirin û got: “Di kongireya me de me li ser rola YPG'ê di li Eşrefiyê, Efrînê û di dawiyê de li Serêkaniyê û berxwedana wan bi nirx hate binavkirin.