NCDK a Swêdê 4. kongreya xwe lidar xist

Kurdistaniyên li Swêdê dijîn di dawiya hefteyê de li paytext Stockholmê, 4. kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê lidar xistin û rêveberiya xwe ya nû hilbijartin.

Kurdistaniyên li Swêdê dijîn di dawiya hefteyê de li paytext Stockholmê, 4. kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê lidar xistin û rêveberiya xwe ya nû hilbijartin. Raperîna li Mahabadê û hilbijartinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê mora xwe li kongreyê xistin.

Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya piştevaniya ji bo Kurdên li Mahabadê li hemberî zilma rejîma Îranê rabûne ser piyan û hat destnîşankirin ku ji bo HDP di hilbijartinên parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê de biçe parlamentê, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa û Swêdê dijîn.

Di kongreya çaremîn a NCDK a Swêdê de tevî Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Kerkan Kose, li ser navê Partiya Keskan a Hawirdorparêzan Rebwar Hassan, Nûnerê Swêdê yê li Konseya Aştiyê ya Ewropayê Ahmet Karamûş û ji Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan amade bûn. Axaftvanan rewşa dawî ya li Rojava, Rojhilat, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxandin û girîngiya piştevaniyê destnîşan kirin.

DEMOKRATÊN SOSYAL WÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN GELÊ KURD

Kose bi nirxandina bûyerên li Mahabadê re dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku li Rojhilatê Kurdistanê li dijî gelê Kurd zext û îdam zêde bûne. Da xuyakirin ku mîna her sê parçeyên din li Rojhilatê Kurdistanê jî gel û jinên Kurd li hemberî rejîma Îslamî bi biryardarî têdikoş in.

Kose da zanîn ku jinên Kurd ên li Rojava û Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin, li Rojhilatê Kurdistanê jî li hemberî êrîşên dewleta Îranê li ber xwe didin, Ferînaz Xosrewanî jî ji bo namûsa xwe biparêze canê xwe feda kiriye û ragihand ku Partiya Karkera a Sosyal Demokrat piştgiriyê dide gelê Kurd ê li ber xwe dide.

PÊWÎSTE HIKÛMETA SWÊDÊ HÎN BÊHTIR ALÎKARIYÊ BIŞÎNE JI ROJAVA RE

Li ser navê Partiay Keskan Rebwar Hassan polîtîkayên Swêdê yên der heqê Kurdistanê de nirxand. Hassan diyar kir ku piştgiriya Hikûmeta Swêdê ya bi Kurdistanê re qels e û got, "Çawa ku di demên bihurî de Swêdê alîkarî da reşikên li hemberî rejîma nîjadperest a Başûrê Afrîkayê li ber xwe didan, çawa ku alîkarî da Fîlîstîniyên li dijî dagirkeriya Îsraîlê li ber xwe didan, divê heman alîkariyê ji gelê Kurd ê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin re, bike."

JI BO HDP'Ê DENGA HAT XWESTIN

Ji Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan bi bîranîna cangoriyên 9'ê Gulanê yên PJAK'ê dest bi axaftina xwe kir, giranî da hilbjiartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û bang li Asûrî-Suryaniyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Nûnerê Swêdê yê Meclîsa Aştiyê ya Ewropayê û Sendîkavan Ahmet Karamûş jî bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a li Mahabadê û got, "Ferînaz Xosrewanî ya ji bo parastina namûsa xwe canê xwe feda kir û berxwedana gelê me ya ku bi berxwedanê bersiv da berxwedana Xosrewanî, pêl bi pêl belav dibe."

Karamûş bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn kir ku beşdarî dengdana 31'ê Gulanê bibin û dengê xwe bidin HDP'ê.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bûyerên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand. Kartal diyar kir ku piştî hatina ser desthilatdariyê ya Hasan Rûhanî re zext, îdam û darvekirinên li hemberî mûxalefeta Îranê û Kurdan zêde bûye û destnîşan kir ku bûyerên li Mahabadê nîşan dide ku divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî bi feraseteke nû binirxînin.

Kartal diyar kir ku parçetiya heyî ya li Rojava li Rojhilat nîne û anî ziman ku ev rewş ji bo pêşvebirina têkoşînê avantajeke.

KARTAL: DI HILBIJARTINÊ DE DU HÊZ HENE; ERDOGAN Û HDP

Kartal hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî nirxand û diyar kir ku encamên hilbijaritnên meha Hezîranê ji bo pêvajoya aştiyê û pêşeroja gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Kartal got, "Di hilbijartinê de du hêz hene. Erdogan û HDP. Yekane rêya sekinandina Erdogan, çûyîna HDP'ê ya parlamentê ye. Ji bo vê jî girîng e her kes bixebite." Kartal bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Piştî xwendîna rapora xebatê, bi hilbijartinê re rêveberiya nû hat hilbijartin û ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Leyla Guven û Velî Tosûn hatin hilbijartin.