Nazîler ê ku bedena xwe dayî ber agir hate definkirin

Hakan Nazîler ê ku li navçeya Licê ya Amedê di 14’ê Cotmehê de bendena xwe dabû ber agir, ji aliyê sedan kesî ve hate definkirin.

Li navçeya Licê ya Amedê Hakan Nazîler ê ku 14’ê Cotmehê bezîn li xwe werkir û agir berda bendena xwe ku piraniya laşê wî şewitî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dicleyê di hate dermankirin jiyan xwe ji dest da. Piştşî karûbarên otopsiyê ya li nexweşxaneyê cenazeyê Nazîler ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ve hatin girtin. Piştî wecîbeyên olî yê cenazeyê Nazîler ê li mizgefta Kalî ya li Taxa Navendê û şûn de li Goristana YÎBO’yê hate definkirin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigitalp, rêveberên MEYA-DER û bi sedan welatî beşdarî merasîma cenazyê Nazîler bû.

Piştî definkirinê Pîa Nazîler Nadîre Bozkuş axivî û wiha got: “Te nasnavê xalê xwe çiya Çiya girt. Te ji bo namûs û şerefa xwe têkoşînekî mizin kir û di vê dozê bedena xwe da ber agir. Ez qûrbanî wê axê bibim a ku te di oxira wê de xwe şewitand.”

Malbata Nazîler sesaxiyê li Mala Şînê a Kaliyê qebûl dike.