Li gundên dedora Efrînê Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya û Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê gelek civînên gel li dar xist. Endama TEV-DEM'ê Rûken Ehmed diyar kir ku navenda Bihara Gelan Kurdistan e.
Li gundên Efrînê TEV-DEM'ê bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê civînên gel li gelek gunên girêdaye Efrînê li dar xistin. Civîn li gundê Şêx Xorez, Xeleka û li Navçeya Bulbila hatin lidarxistin. Li Gundê Şêx xorez, Xelikan navçeya Bulbulê civînên ku hatin lidarxistin, bi deqeya rêzgirtinê dest pê kirin.
Endama Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî komkujiya Parîsê ku li dijî hemû gelê kurd di şexsê damezrênera PKK Sakîne Cansiz û hevalê wê de pêk hat şermezar kir. Her wiha Ehmed diyar kir ku gelê kurd ku di nava şoreşa azadiyê de dijî ji her demê bêtir hewcedarî yekitiyê ye.
Rûken Ehmed got: “Ji ber wê dive hemû gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind a Kurd destek bike” û destnîşan kir ku gelê kurd berxwedana mezin di 2012 nîşan da, lê ji ber ku berxwedana gelê kurd berxwedaneke dîrokiye gelê Kurd gelek tiştên giring qezenc kir.
Ehmed bal kişand ser şoreşa ku herêma Rojhilatanavîn heye û bi bîr xist ku hêzên navnetewî navê Bihara Ereban binav kirine û got: “Em ji wan re dibêjin ku bihara neha tê heye, navê wê ya rast Bihara Gelane û navenda wê jî Kurdistan e.”
Ehmed da zanîn ku hêzên sermayedar dixwazin siyaseta Rojhilatanavîn bi xwe ve girêbidin, ji ber wê li dijî sîstema Xweseriya Demokratîk disekinin. Ehmed bal kişand ku gelê Kurd wê li hember hemû planan serî rake û dê bi israr sîstema Xweseriya Demokratîk ku dest bi avakirina wê kiriye dewam bike û tu hêz nikare israra gelê kurd tune bike.