Kurdên Rojavayê Kurdistanê navê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku jiyana xwe di nava şerê li Serêkaniyê ji destdan li zarokên xwe dikin.
Malbata Meşkînî ya ji Serêkaniyê navê kurê ku nû ji wan re çêbû, navê Şervanê YPG'ê Goran Dêrik lê kir.
Şervanê YPG'ê Goran Dêrik di şerê di navbera komên çekdar û YPG de li ber nanpêjxaneya Serêkaniyê ya li taxa Zerdeşt de rû dabû jiyana xwe ji dest da. Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke girseyî spartibûn axê.