HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di 15’ê Îlonê de li navçeya Giyandîna Agiriyê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasmaya du gerîlayên HPG’yê yên ku di 15’ê Îlonê de li navçeya Giyadîna Agiriyê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir.Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Di 15'ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.00'an de l inavçeya Diyadîna Agiriyê li nêzî Gundê Gordêyê di navbera gerîlayên me yê diçûn ser karekî û di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li herêmê derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama vê pevçûnê de bînbaşiyek hatiye kuştin 6 leşker jî birîndar bûne û wiha hat gotin; “Herweha di vê pevçûnê de du rêhevalên me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye: Samî Ercan, bi nasnavê Remzî Suruç, cihê jidayikbûnê: Pirsûs, Riha
-Ergîn Guven, bi nasnavê Berxwedan Jiyane, cihê jidayikbûnê: Bedlîs