Nasnameyên 8 şervanan hat aşkerakirin

Nasnameyên 8 şervanên YPG/YPJ’ê ku di berxwedanên Kobanê û Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuniyeke ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, nasnameyên 8 şervanan aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şoreşa Rojava bi fedakarî û berxwedaniyê gihişt roja me ya îro. Berxwedana yekîneyên me û gelê me li Rojava nameyek gihand tevahî cîhanê. Ew nameya berxwedanî û lehengiyê bi saya xwîna pakrewanên azadiyê ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî dagirkerên ku di bin navê ola Îslamê de tevdigerin, têkoşîn meşandine pêk hatiye.

Şehîdên me yên qehreman wê her tim di dilê me de bin û rêya wan bi hezaran têkoşer bidin meşandin. Şehîdên me yên qehreman pira azadiyê bi ewlekirin heta ku mirov û gelên azadîxwaz wê pirê hin bêhtir xurt bikin .

Îro em nasnameya 8 şervanên xwe ku li kantonên Kobanê û Cizîrê bi fedakariyek mezin bêyî teredût şer kirin û gihiştin şehadetê radighînin. Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) soza xwe bi şehîdên azadiyê re nû dikin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.”

Nasnameya Şervanan wiha ye:

Ebdu Elebdeleh bi nasnav Agirî Ronî li Serêkaniyê ji dayik bûye li Gundê Til Xenzîr di  16’ê Adar de jiyana xwe ji dest daye.

Sibhî Şêxo bi nasnav Ferhad Serêkaniyê li Serêkaniyê ji dayik bûye di 16 Adarê de jiyana xwe ji dest daye

Faris Xidir bi nasnav Serhed Agir li Hesekê ji dayik bûye di 16 Adar de li Serêkaniyê – Gundê Resim elhecer jiyana xwe ji dest daye.

Ercan Dag bi nasnav Têkoşer Mardîn li Îzmîrê ji dayik bûye di 12’ê Adarê de jiyana xwe ji dest daye

Quseyî Şêxo bi nasnav Ceger Xelîl li hesekê hatiye dinê di 16’ê Adara 2015’an de li  Serêkaniyê Resim Elhecer jiyana xwe ji dest daye

Îsmaîl Omerî bi nasnav Ferhad Dirbasiyê li Dirbasiyê ji dayik bûye  di  16’ê Adara 2015’an de Serêkaniyê – Gundê Resim Elhecer jiyana xwe ji dest daye

Emar Nasir bi nasnav Ciwan Dehir Elerab li Dirbasiyê  hatiye dinê di 16’ê Adara 2015’an de li Serêkaniyê – Gundê Elhecer jiyana xwe ji dest daye

Nursel Ergul bi nasnav Viyan Zîlan li Serhedê hatiye dinê  di 4 – 1 – 2014’an de li  Qamişlo – Gundê Hisêniyê jiyana xwe ji dest daye.