Nasnameyên 3 şervanên YPS’ê hatin ragihandin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameya 3 şervanên ku li Colemêrg û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameya 3 şervanên ku li Colemêrg û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameya 3 şervanên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane ragihand.
YPS’ê diyar kir ku 10’ê Cotmehê saet 05.30’an li Taxa Dagkapi ya Cizîrê çeteyên qesrê avêtine ser maleke ku 2 endamên YPS’ê ji neçarî lê diman. YPS’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Li ser vê serdegirtinê, 2 endamên me li dijî çeteyên Qesrê saetek û nivê şer kirin. Di şer de her 2 endamên me yên YPS’ê piştî cebilxaneyan wan xilas bû ji bo nekevin destê dijin, bombeya xwe bi xwe de teqandin û xwe feda kirine. Ev xwediyê malê û cîran jî hatine binçavkirin.
Nasnameyên 2 endamên me yên şehîd wiha ne;
Bagok Çiyager / Ridvan Yalçin / Nasiye - Ahmet Cemîl / Nisêbîn / Dîroka Şehadetê: 10’ê Cotmehê Dagkapı-Cizîr
Dijwar Botan / Reşît Bûdak / Emîne - Mehmet Saît / Cizîr / Dîroka : 10’ê Cotmehê Dagkapı-Cizîr.”
YPS’ê têkîldarî şerê li Colemêrgê jî ev agahî parve kirin;
“16-17’ê Îlonê li derdora gundê Kihê ya girêdayî Colemêrgê çeteyên Qesrê dest bi operasyonekê kirin. Li vir mabeyna yekîneyên me û çeteyan de şerê giran qewimî, 5 çeteyên qesrê hatin kuştin ku yek jê payebilind e. Nasnameya endama me yê di vê operasyonê de şehîd bû wiha ye:
Nûpelda Çiya / Dilvîn Torhan / Zelîha - Alî / Şirnex / Mexmûr / Dîroka Şehadetê: 17 Îlon.”