HPG’ê nasnameyên 8 gerîlayên HPG’ê yên ku di çalakiya fedayî ya di 14’ê Îlonê de li dijî Qereqola Harûna ku di encamê de 60 leşker hatin kuştin de jiyana xwe ji dest dan, aşkere kir.
HPG’ê agahiyên derbarê çalakiya “cangorî” ya gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Harûna ya di navbera Gever û Şemzinînanê pêk anî de aşkere kir. HPG’ê diyar kir ku di gerîlayan 20 deqe di qereqolê de lêgerînê pêk anîn, di encama çalakiyê de 60 leşker hatin kuştin û 8 gerîlayana jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayan a di 14’ê Îlonê de li dijî Qereqola Harûna pêk anî de daxuyaniyek da û ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 60 leşker hatine kuştin û 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di encama çalakiyê de 8 hevalên me yên cangorî gihiştine şehadetê” û der barê nasnmeyên gerîlayan de ev agahî da:
-Kejîje Urselendî, bi nasnavê Ekîn Amed, cihê Jidayikbûnê: Amed
-Sîham, bi nasnavê Dunya Tilabyad, cihê Jidayikbûnê: Kobani
-Şîrîn Şems, bi nasnavê Newal Sîdar, cihê Jidayikbûnê: Maku
-Awaz Hatemî, bi nasnavê Çirav Urmiye, cihê Jidayikbûnê: Urmiye
-Musa Alî, bi nasnavê Karwan Gabar, cihê Jidayikbûnê; Silêmanî
-Serbest Onver, bi nasnavê Cuma Goyî, cihê jidayikbûnê: Şirnex
-Alî Kiliç, bi nasnavê, Aşikar Bagok, cihê Jidayikbûnê: Nisêbîn, Mêrdîn
-Fûat Tezîoglû, bi nasnavê Mordem Avaşîn, cihê Jidayikbûnê: Colemêrg