Nasnameya gerîlayên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya gerîlayên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya 7 gerîlayên HPG’ê yên ku di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî de jiyana xwe ji dest da aşkere bû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê duh bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku di encama êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de 7 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê gotibû: “14’ê Çileyê li dijî Herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî hatine pêkanîn û di encama bombebaranê de 3 hevalên me giran birîndar bûne, lê rexmî hemû mudaxeleyan nehatine xilaskirin. Di encama êrîşan de 7 rêhevalên me şerkerên azadiyê gihane şahadetê. Em dê sibe nasnameya rêhevalên xwe yên şehîdketine bi gel xwe û raya giştî re parve bikîn.”

Navneda Çapemenî-Ragihadina HPG’ê nasnameya her 7 gerîlayên HGP’ê yên ku di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dane aşkere kir.

Nasnameyên her 7 gerîlayan wiha ne:

-Selam Şadûr, bi nasnavê Afat Întîqam, li Pîranşarê ji dayik bûye

-Cebraîl Olmez, bi nasnavê Dijwar Colemêg, li Colemêrgê ji dayik bûye

-Erdal Şalo, bi nasnavê Koçer Zozan, li Dêrika Hemko ji dayik bûye

-Lokman Goktaş, bi nasnavê Zana Qoser, li Mêrdînê ji dayik bûye

-Muhemed Elver, bi nasnavê Zerdeşt Tohildan, li Wanê ji dayik bûye

-Şaxawan Miradî, bi nasnavê Erdal Ciwan li Sineyê ji dayik bûye

-Ozkan Buzak, bi nasnavê Brusk Dorşîn, li Amedê ji dayik bûye