Nasnameya gerîlayek li Çelê jiyana xwe ji dest aşkere bû

Nasnameya gerîlayek li Çelê jiyana xwe ji dest aşkere bû

HPG’ê nasnameya gerîlayê di 21’ê Îlonê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya gerîlayê di 21’ê Îlonê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 21'ê îlonê de di navbera saet 22.30-23.00'an de li navçeya Çelê ya Colemergê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimî bû. Me dabû diyarkirin ku di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me bi lehengî şer kiribû û gihîştiye şahadetê.”

-Sadiq Sofî Ehmed, bi nasnavê Agir Şiyar, cihê jidayikbûnê: Nexede, Urmiye