Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) nasnameya gerîlaya di pevçûna 12’ê îlonê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da aşkere kir.
HPG-NÇR’ê encamên pevçûna di 12’ê îlonê de li herêma Salara ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê qewimîn, duh bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 28 leşker mirin û gerîlayek HPG’ê jiyana xwe ji dest da.
Nasnameya gerîlaya di vê pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye wiha ye: Sozdar Hesen, bi nasnavê Sozdar Dêrik, li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.