Nasnameya gerîlayê li Elkê jiyana xwe ji dest da aşkere bû

Nasnameya gerîlayê li Elkê jiyana xwe ji dest da aşkere bû

HPG’ê nasnameya yek ji gerîlayên di encama çalakiya gerîlayan a li dijî Girê Bayrak ê li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandinda HPG’ê nasnameya yek ji gerîlayên di encama çalakiya gerîlayan a li dijî Girê Bayrak ê li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, aşkere kir.

Di daxuyaniya derbarê mijarê de hate dayîn de wiha hat gotin; “Di 19'ê Îlonê de li Elkêya Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin, di vê çalakiyê de 10 leşkerê dijmin hatibû kuştin, 4 rêhevalê me jî gihîştiye şahadetê. Me beriya niha nasnameya 3 rêhevalê xwe ji raya giştî re eşkere kiribû.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest da wiha ye: Huseyîn Îlîzdîr, bi nasnavê Rojdî Bazîd, cihê jidayikbûnê: Bazid, Agirî