Nasnameya 8 şervanan hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana rizgarkirina bejahiya kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana rizgarkirina bejahiya kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana rizgarkirina bejahiya kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Têkildarî mijarê navenda çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniya navenda çapemeniyê de hate gotin ku şoreşa Rojava şoreşeke ku roj bi roj bi ruhekî nû yê fedakarî têne destnîşankirin û dîrok ji nû ve bi destê qehremanan tê nivîsandin û wiha hate gotin: ˮCihên heta niha ji terorîstan hatine rizgarkirin bi saya ked û berxwedana şehîdan pêk hatine bidestxistin. Rola wan a herî mezin di rizgarkirina çiyayê Kizwanan de heye.
Di berxwedana bêhempa de 8 şervanên me bi qehremaniyeke mezin şer kirin û gihiştin asta şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPG/YPJ) soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.ˮ
Nasnemeyên şehîdan wiha ne :
Ferît Oztunç ê bi nasnav Amed Çiyager li Wanê ji dayik bûye, 15’ê Gulana 2015’an li gundê Rezzaz ê Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Eyup Erol ê bi nasnav Bahoz Demhat li Mêrdîn / Qoser ji dayik bûye, 15’ê Gulana 2015’an li gundê Rezzaz ê Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Siûd Hebîb ê bi nasnav Botan Zinar li Til Temir ji dayik bûye, 9’ê Gulana 2015’an li Til Temir – gundê Til Tala jiyana xwe ji dest da.
Ozan Bozan ê bi nasnav Rojhat Zîlan li Wan / Erdîş ji dayik bûye, 16’ê Gulana 2015’an li Hesekê gundê Til Hirmiz jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Kalkan ê bi nasnav Rustem Berxwedan li Sakriya ji dayik bûye, 16’ê Gulana 2015’an li Hesekê gundê Til Hirmiz jiyana xwe ji dest da.
Baran Aykul ê bi nasnav Şêrko Amed li Amedê ji dayik bûye, 15’ê Gulana 2015’an li gundê Rezzaz ê Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Mustafa Kizilkaya ê bi nasnav Şoreş Ararat li Agirî ji dayik bûye, 16’ê Gulana 2015’an li Serêkaniyê gundê Guzeliyê jiyana xwe ji dest da.
Kesra Kayran a bi nasnav Zîlan Întîkam li Şirnexê ji dayik bûye, 14’ê Gulana 2015’an li Hesekê gundê Eşra jiyana xwe ji dest da.