Nasnameya 8 gerîlayên li Çelê jiyana xwe ji dest dan aşkere bû

Nasnameya 8 gerîlayên li Çelê jiyana xwe ji dest dan aşkere bû

Nasnameya 8 gerîlayên ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Qereqola Karataşê, Tûgaya Çelê û baregeha leşkerî ya Girê pêk anîn û di encamê de 34 leşker hatin kuştin, de jiyana xwe ji dest dan aşkere bû.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HGP-NÇR) nasnameya 8 gerîlayên ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Qereqola Karataşê, Tûgaya Çelê û baregeha leşkerî ya Girê pêk anîn û di encamê de 34 leşker hatin kuştin, de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

HPG-NÇR’ê got: “Li hemberî artêşa dagirker a Tirk ku ji bo derbe li serkeftina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya sala 2013’yê bixe, di mehên zivistanê de operasyonên xwe zêde kiriye, ji aliyê gerîlayên me ve 7’ê çile çalakiyeke bi ruhê fedayî hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de 8 hevalên me yên ku bi ruhê fedayî li ber xwedan tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûne.”

Nasnameya 8 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

-Keywan Xalandî, bi nasnavê Êrîş Mehabad, li Mehabadê ji dayik bûye

-Faruk Barut, bi nasnavê Firat Dîcle, li Amedê ji dayik bûye.

-Bêrîvan Aykaç, bi nasnavê Sorxwîn Koçer, li Colemêrgê ji dayik bûye

-Semar Tunç, bi nasnavê Jiyan Amara, li Êlihê ji dayik bûye

-Metîn Baran, bi nasnavê Harûn Agir, li Mêrsînê ji dayik bûye

-Emrah Kaya, bi nasnavê Kûrtay Leşker, li Colemêrgê ji dayi bûye

-Hozan Elî, bi nasnavê Sîdar Rêbaz, li Dirbesiyê ji dayik bûye

-Ezîz Xadengî, bi nasnavê Lezgîn Brusk, li Makoyê ji dayik bûye.