Nasnameya 6 gêrîlayên HPG'ê yên Çelê aşkera bûn

Nasnameya 6 gêrîlayên HPG'ê yên Çelê aşkera bûn

HPG’ê ragihand ku, piştî gêrîlayên HPG’ê di 7’ê Çileyê li dijî Qereqola Karataş ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêkanî, 6 gêrîlayên ji yekîneyên xwe qutbûn di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê nasnameya 6 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê pevçûna 7’ê Çileyê li navçeya Çelê ya Colemêrgê rû da daxuyaniyek da. HPG-NÇR’ê ragihand ku, di êrîşa li dijî Qereqola Karatşê ku 34 leşker hatibûn kuştin de, 6 gêrîlayên HPG’ê yên ku ji yekîneyên xwe qutbûyîn û agahî nehatîn girtin, di encama bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane.

HPG-NÇR’ê di daxuyaniya dayî de aşkera kir ku, “7’ê Çileyê di çalakiya gêrîlayên me li dijî Qereqola Karatşa ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê pêkanîn de, di encama bombebarana zêde ya artêşa Tirk ya dagirker de 6 gêrîlayên me gihane şahadetê.”

HPG’ê di daxuyaniya dayî de nasnameya 6 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayîn aşkera kir. Nasnameya 6 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne:

-Selîm Ozalp bi nasnav Cesûr Cûdî ji Şirnexê

-Ehmed Cûdî bi nasnav Egîd Şengil ji Şirnexê

-Bahoz Bahar Aram Xelîlî ji Urmiyeyê

-Mehmet Zuhat Kizmaz bi nasnav Merwan Amed ji Amedê

-Mehdî Kurt bi nasnav Rohat Garisa ji Colemêrgê

-Vedat Angay bi nasnav Cîgerxwîn Qoser ji Qoser/Mêrdîn