Nasnameya 4 gerîlayên li cihên cûda jiyana xwe ji dest aşkere bû

Nasnameya 4 gerîlayên li cihên cûda jiyana xwe ji dest aşkere bû

Nasnameyên 2 gerîlayên li navçeya Payîzavaya Wan di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan û 2 gerîlayên li Geverê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê pevçûna li Wanê de ev agahî da: “Di 23'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Payizavaya Wanê di navbera du gerîlayên me yên li ser wezîfeyekê bûn û polîsên tevgerê taybet de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 polîsên tevgera taybet hatiye kuştin, 11 ji wan jî birîndar bûne. Her du gerîlayên me yê famkirine ku nekarin ji dorpêça dijmin rizgar bibin, bombeyên xwe di xwe de teqandine û bi lehengî gihîştine şahadetê.”

Nasnameyên her du gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Cumalî Îldem, bi nasnavê Çekdar Rojçiya, cihê jidayikbûnê: Qoser, Mêrdîn/ Orhan Adogan, bi nasnavê Rustem Gever, cihê jidayîkbûnê Gever, Colemerg

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin; “Di 29'ê îlonê de li navçeya Gevera Colemergê du şervanê me yê di amadekariya çalakiyekê de bûn di encama qezayekê gihîştine şahadetê.”

Nasnameya her du gerîlayên li Geverê jiyana xwe ji dest dan wiha ye: Mehmet Tekîn, cihê jidayikbûnê/ Necman Bor, Cihê jidayikbûnê: Gever, Colemerg