HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên HPG’ê yên di 10’ê Îlonê de li navçeya Hênê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan, aşkere kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên HPG’ê yên di 10’ê Îlonê de li navçeya Hênê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan, aşkere kir.
Di daxuyaniya hat dayîn de ev agahî hat dayîn; “Di 10'ê îlonê de di saet 22.45'an de li navçeya Hênê ya Amedê di navbera gerîlayên me yê li ser wezîfeyekê bûn û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna wesayitên zirxî bi dijwarî hatin bikaranîn de 3 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
-Yusuf Sezer, bi nasnavê Ferman Amed, cihê jidayikbûnê: Ferqîn, Amed
-Saîd Eroglû, bi nasnavê Xebatkar Rêber, cihê jidayikbûnê: Bismil, Amed
-Tûrhabî Gurbuz, bi nasnavê Erdal Amed, cihê jidayikbûnê: Seyhan, Edene(Bi eslê xwe ji Erxeniya Amedê ye)