HPG'ê aşkere kir ku li navçeya Kirikhan a Hatayê du gerîlayên ku di çalakiya 30’ê îlonê de birîndar bûn, çalakiyek fedayî li dar xistine û jiyana xwe ji dest dane. Her wiha, hat diyarkirin ku gerîlayek li heman naveçya Kirikhanê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama çalakiya gerîlayan a 30’ê îlonê de li navçeya Kirikhan a Hatayê hate lidarxistin de 16 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çalakiyê de du gerîlayên birîndar bûn, çalakiya fedayî li dar xistine.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Du rêhavêle me yê giran birîndar bûye dema di nava qereqolê de ye bi ser dijmin ve çûne û bombeyên xwe bi xwe ve teqandine û di encama vê çalakiya fedaiyane de gihîştine şahadetê.”
Nasnameya gerîlayên çalakiya fedayî pêk anîn wiha ne: Fîraz Xelîl, bi nasnavê Serfiraz Cûdî, cihê jidayikbûnê: Efrîn/ Mehmet Arif Ateş, bi nasnavê Sebrî Dogan,cihê jidayikbûnê: Qoser, Mêrdîn
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 29’ê îlonê de gerîlayek di encama komployekê de li Hatayê jiyana xwe ji dest daye û got; “Di 29'ê îlonê de di saet 06.00'an de li navçeya Kirikhana Hatayê li zozanên Gormeliyê rêhevaleke me di encama komployekê de di kemînê de şehîd ketiye.
nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da: Kudbettîn Gunduz, bi nasnavê Siyabend Varto, cihê jidayikbûnê: Gimgim - Mûş