Nasnameya 2 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin

Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di demên cuda de di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera fermî hate weşandin nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di demên cuda de li kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate got ku berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî komên çete yên DAIŞ’ê ku êrîşî mirovahiyê di hemû eniyên şer de bi heman astê berdewame û ev tişt hate gotin: “Bi vî û hêzeke mezin şervanên me ji bo parastina nirxên mirovahiyê û azadiya gelan canê xwe feda dikin. Li dijî komên kafir ku dixwazin xakê dagir bikin û gelê me koçber bikin, berxwedaneke mezin nîşan didin. Di demên dawî de hêzên me mezintirîn êrşên komên çeteyan li Kantonên Kobanê û Cizîrê şikandin. Di encama berxwedab ji pola ku hate destnîşankirin peyama tİ kes nikare vîna me bişkîne û xaka me azad bike bi xwîna şehîdan hate dayîn.ˮ

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedêrên me Ararat û Hemze ku ji Bakurê Kurdistanê tevlî Şoreşa Rojava bûne, di berxwedana li dijî çeteyan bi qehremanî cih girtin û baştirîn Efsaneyên berxwedanê nivîsandin û bûn sembola berxwedan û fedakariya ji bo yekîtiya gelan. Di şexsê her du rêhevalên xwe de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber berxwedana wan ditewînin. Em soz didin em ê heta serketinê şopdarê rêya wan bin, me tolhildan ji xwe re esas girtiye. Em sersaxiyê ji malbatên wan û hemû gelê Kurd re dixwazin.ˮ

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye:

Melek Sefer Oglo bi nasnav Ararat Beyazîd li Agiriyê ji dayik bûye û 22’ê Îlona 2014’an li gundê Dehmi yê Mebrûka  Serêkaniyê jiyana xwe jidest da.

Denîz Kuken bi nasnav Hemze Xabûr li Îzmîrê ji dayik bûye û di 9’ê Nîsana 2015’an de di berxwedana gundê Xerîta ya Til Temir de jiyana xwe jidest da.

...