HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di pevçûna di 15’ê îlonê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da aşkere kir.
Di 15’ê Îlonê de, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di encama operasyona artêşa Tirk li Zozanên Ewliya da destpêkirin, di pevçûnek rû da. Di encama pevçûna dijwar de 4 leşker mirin û du gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê beriya niha bi daxuyaniyekê agahiyên derbarê pevçûnê de bi raya giştî re parve kiribû. HPG’ê nasnameya du gerîlayên di vê pevçûnê de jiyana xwe ji dest da aşkere kir.
Li gorî agahiyên Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê dane, nasnameya du gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
-Alî Îhsan Yilmaz, bi nasnavê Azad Gever, li Gevera Colemêrgê ji dayîk bûye.
-Osman Yilmaz, bi nasnavê Cigerxwîn Rêzan, li Mûşê ji dayîk bûye