Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) nasnameya 14 gerîlayên HPG’ê yên ku di kanûna 2011 de li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
HPG-NÇR di daxuyaniyekê de got; “Di navbera 12-22'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Cûdî êrîş lidarxistibû. Me beriya niha nasnameya 6 rêhevalên xwe yê gihîştibûn şahadetê eşkere kiribû.”
Li gorî agahiyên HPG-NÇR dane, nasnameya 13 gerîlayên di 12-22’yê kanûna 2011 de li Cûdiyê jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
-Zeynep Bozkurt bi nasnavê, Binevf Edessa, Cihê Jidayikbûnê: Riha,
-Halîl Guler bi nasnavê, Serbest Haruni, Cihê Jidayikbûnê: Cizîr, Şirnex
-Mehmet Alî Çekmez, bi nasnavê Haşim Şirnex, Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
-Sadun Kerîm, bi nasnavê, Herêm Nemrût, Cihê Jidayikbûnê: Hewlêr
-Ahmet Îmîr, bi nasnavê, Şoreş Koçer, Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
-Erhan Karahan, bi nasnavê, Bager Memyan, Cihê Jidayikbûnê: Amed
-Selîm Goksu, bi nasnavê Mahîr Serhat, Cihê Jidayikbûnê: Qereyazi - Erzirom
-Jiyan Berko, bi nasnavê Şîlan Rêber, Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
-Zozan Duva, bi nasnavê Yildiz Amed, Cihê Jidayikbûnê: Amed
-Naciye Çayangir, bi nasnavê Sema Fikrî, Cihê Jidayikbûnê: Kotol
-Mehmet Topdemîr, bi nasnavê Bahoz Amed, Cihê Jidayikbûnê: Amed
-Welî Rindî, bi nasnavê Derwêş Ronahi (Roni), Cihê Jidayikbûnê: Ûrmiye
-Ahmet Kultur, bi nasnavê, Nûrhaq Ekîn, Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Herweha di 7'ê Kanûnê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Cûdiyê operasyoneke îmhayê hatibû lidarxistin. Me dabû diyarkirin ku di vê operasyonê de rêhevalê me yê bi nasnav Herekol ji bo dîl nekeve destê dijmin xwe ji zinaran avêtiyê û gihîştiye şahadetê, 3 rêhevalên me jî dîl ketine destê dijmin.”
-Nasnav: Erdal Cizîr
Nav û paşnav: Metîn Dayan
Navê dayik û bav: Xatûn - Ahmet
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Dîrok û cihê şahadetê: 12-13 Kanûn 2012 / Cûdî
DAXUYANIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê got; “Dewleta mêtînger a Tirk israra xwe ya di siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bi pêla êrîşan ku piştî hilbijarinên 12’êHezîranê da destpêkirin, careke din nîşan daye. Dewleta tirk a ku di vê dîrokê de şerek topyekun da destpêkirin, ji bo van êrîşên xwe komkujiya ku Srî Lankayê piştgirî ji navneteweyî girt, anîn serê Tamîliyan, wek mînak dane.Dewleta mêtînger a tirkkudi vê çarçoveyê de li Bakûrê Kurdistanê li hemberî gerîlayên azadiyê opersyonên cidî yên li dar xist, ji bo van êrîşên xwe ji hêzên navneteweyî destûr girtiye.”
HPG’ê diyar kir ku li ser esasê vê konseptê bê guman yek ji herêmên me yên ku bûn hedefa êrîşan Cûdî bû û wiha domand; “Sedema ku Çiyayê Cûdî ku bûye sembola xwesteka azadiyê û bêrîkirinên rizgariyê yên ji kûrahiya dîrokê tê û ji bo pîroziyên gelê Kurd pir girîng e, ji aliyê artêşa Tirk ve weke hedef hatiye hilbijartin tê zanîn. Artêş Tirk a ku êrîşê Çiyyê Cûdî kiriye, bi armanca tunekirina hêvî û bêrîkirinên gelê me, şkandin vîna (îrade) gelê me yê ku xwe dispêre hêza xwe bi xwe û biryara avakirina Kurdistanek demokratîk û azad daye pêk hatiye.”
LI RASTÎ BERXWEDANEK BI HEYBET A GERÎLAYAN HAT
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê diyar kir ku “milîtanên tevgera azadiyê yên ku bi vê rastiyê dizanîn jî bi berxwedaneke bi qasî pîrozahiya Çiyayê Cûdiyê dîrok nivîsandin û wiha pê de çû; “Dewleta mêtînger a ku plan dikir ku tevgera me ya azadiyê tesfiye bikin, li Çiyayê Cûdiyê li rastî berxwedanek bi heybet a gerîlayên me ya bi pêşengiya hevalê me Rûbar-Seyfettîn Işik hat. Her çendî ku hevalê me Rûbar di bombebarana dijwar de bi giranî birîndar bû, sê rojan li ber xwe daye û rê nedaye dijmin û dijmin qehr kiriye. Berxwedana hevalên me Binefş, Serbest, Haşim û Herêm û xwedîderketina Cûdiyê hemû êrîşên dijmin pûç kiriye, careke din serkeftina çanda berxwedanê îlan kirine.
Di berxwedana dîrokî Cûdiyê de, Hevalên me Zîlan Bagok û Sema Fikrî, ji bo bi saxî nekevin destê dijmin, li ser rêça kevneşopiya berxwedana Besêyan, Zarîfeyan û Bêrîtanan meşiyan û xwe di kendalek bilind de avêtin û bi vê berxwedana xwe, hêza berxwedanê ya li hemberî hemû êrîşên faşîzan bi aşkereyî nîşan daye.”
PEVÇÛN 10 ROJAN BERDEWAM KIR
Fermandariyê got; “Me berê navê hin hevalên xwe yên di nav Şehîdên Berxwedana Cûdiyê de bi berxwedana destanî ya dîrokî ya Berfanbara (Kanûn) 2011 de cih girtin, bi gelê me re parve kiribû. Pişî lêkolînên bi mehan ên li ser operasyon û pevçûnên ku 10 rojan li Çiyayê Cûdî berdewam kirin, em gihiştin encam û agahiyên berfireh. Agahiyên nasnameya 14 hevalên me yên ku me nav û aqibet zelal kirin, wiha ne:
Hevala me Binefş pêşî li Ewropayê, piştre li qada rêbertiyê, piştre li Behdînan û gelek qadên din ên gerîlayan pratîk kiriye. Yek ji taybetmediyên herî diyar ên hevala me Binefş ew bû ku li her cihê ku lê dima, di asta herî bilind de, xebatên komunal kiriye û performansek di asta herî bilind de nîşan daye. Hevala me Binefş a ku hevalek kamil û dilnizim bûye, di tevgera hevalên me yên jin de yek ji xebatkarên girîng e.
Hevalê me Serbest Harûnî her tim li herêmên herî zor ên têkoşîna me di asta herî bilind de bi kedkarî û şervaniya xwe ve cihê xwe di têkoşînê de girtiye.Hevalê me Serbest di aliyê kesayetê de kamil û dilnizim bûye, bi coş û enerjiya xwe ve di astên pêş de tevlî xebatan bûye û li her deverên ku lê maye, weke milîtanek hatiye qebûlkirin, hatiye dîtin.
Heval Haşim Şirnex di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên azadiyê bûye û dê bi dilsoziya xwe ya bi têkoşîn azadiyê re her tim di dilê hevalên xwe de bimîne.
Hevalê me yê rûken Şoreş Koçer bi sekna hewldana xwe ya milîtanî di gelek pratîkan re derbas bûye û bûye milîtanek ku xwe bi xwe pêş xistiye. Li herêmên Behdînan Amanos, Colemêrg, û herî dawî jî li Cûdiyê weke milîtanek herî aktîf tevlî têkoşînê bûye û dê hevalên wî li ser rêça wî bimeşin.
Her çendî hevalê me
Herêm Nemrût gelek caran birîndar bûye, lê her tim gerîlatiya li herêmên herî zor ji xwe re kiriye hedef û her tim di nav gerîlayan de cihek taybet girtiye. Hevalê Herêm xwedî kesayetek sembola afirênerî ku yek ji taybetmendiyên gerîlayan bûye, dê her tim di nav gerîlayan de di asta herî jor de weke şervanê azadiyê bê bibîranîn.
Hevalê Bashoz di demeke gelekî kurt de bû fermandê tîmê û li qadê Bakur derbasî qadên herî dijwar ên şer bûye. Heval Bahoz ku salên dirêj li Cudî weki milîtanekî zindî tevlî xebatan bû, dê her tim bi zindîbûn û germahiya xwe bê bîranîn.
Rêheval Mahîr Serhat, beriya ku tevlî gerîlayên azadiyê bibe jî, li gelek qadan bi awayekî aktîf di nava xebatan de cihê xwe girtiye. Rêheval Mahîr ku bi taybetî di nava xebatên ciwanan de performansek zêde nîşan da, bi heman rengî di nava gerîla de jî milîtaniyek bihêz nîşan da û di dilê rêhevalên xwe de cihê xwe girt.
Rêheval Ronî li gel kesayetiya xwe ya zindî, jîr û pêşketî dê wekî kesayetiyek gelekî kedkar jî di nava têkoşîna azadiyê de bê bîranîn.
Rêheval Nurhaq, ji ber ku hîn di temenê xwe yên ciwan de tevlî xebatên ciwanan bû, rastî zextên dijmin hat, gelek caran hate binçavkirin, li zindanan ma û ruyê faşîzmê bi xwe dîtiye. Rêheval Nurhaq, piştre jî berê xwe da çiyayên azadiyê. Rêhevalê me Nurhaq, wekî ciwanekî ku bi her aliyê xwe ve ji pêşketinê re vekiriye, dê wekî milîtanekî leheng ê Cudî bê bîranîn.
Rêheval Erdal, zextên faşîzane yên dijmin bixwe jiyaye û tercîha xwe ji bo çiyayên azad kir. Hevalê me Erdal, bi kesayetiya xwe ya wekî bahozê di dilê rêhevalên xwe de cih girt.
Rêhevala me Şilan - Jiyan Berko ji başûr-rojavayê Kurdistanê ku hêzeke mezin daye tekoşîna me ya azadiyê tevlî nava refê gerîla bûye û bi sekna xwe, tevlêbûna xwe û bi kedkariya xwe hêzeke mezin daye tekoşîna azadiyê.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê herî dawî got; “Hemleya tolhildanê ya HPG’ê, bi hêza ji sekna destanî ya şehîdên berxwedana Cudî hatiye girtin û hesta tolhildanê ya ku qet xilas nabe, mohra xwe li sala 2012’an xist. Vê hemleya HPG’ê êrîşên artêşa dagirker a TC’yê tarumar kir û bûye hêjayî rêhevalên me yên ku bûne sembola berxwedanê.Têkoşîna ku ji bo bîranîna şehîdên me yên leheng hatiye bilindkirin, bi biryarî û baweriya serkeftinê didome. Em careke din soz didin ku heta em tola şehîdên xwe negirin, em ê ranewestin. Em bang li gelê xwe jî dikin ku bi awayekî herî xurt li şehîdên me yên di vê têkoşîna pîroz de bûne destan, xwedî derkeve.”