Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 10 gerîlayên HPG’ê yên ku 31’ê berfanbara 2012 li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 10 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane de, Endamê Konseya Fermandeya Leşkerî ya HPG’ê Ertem Karabulut ê bi nasnavê Nûman Amed jî heye. HPG’ê bang li gelê Kurd kirk u bi girseyî xwedî li gerîlayên jiyana xwe ji dest dane derbikevin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê derbarê 10 gerîlyaên ku li sêgoşeya Licê û Hênê yên Amedê û Dara Hênê ya Çewlikê de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 31'ê Kanûnê de di danê sibê de li sêgoşeya navçeyên Lîcê û Hênê ya Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî yekîneyeke me operasyonek hatiye lidarxistin. Li dijî operasyona bi giştî tunekirinê armanç kiriye de rêhevalên me berxwedaneke bêhempa nîşan dane û di encama vê berxwedanê de 10 rêhevalê me gihîştiye şahadetê.
Dewleta mêtinger a tirk û hukumeta faşîst a AKP'ê li gel medya xwe ya şerê taybet qaşo nîqaşên çareseriyê dixe rojevê û bi durûtiyeke-sextetiyeke- mezin hewl dide gelê me û raya giştî bixapîne. Operasyonên li her deverên Kurdistanê bi armanca tunekirinê tên lidarxistin û şahadetên di van operasyonan de çêdibin careke din îspat dike ku çareseriya AKP behsa wê dike; qetilkirina Kurdan û tunekirina wan e. Bi vê êrîşê ne tenê sersalê nîşan daye ku dixwaze tevahiya salê bike jahr. Ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne hemû hêzên xwe yê faşîst li Kurdistanê xistiye tevgerê û her cure hovitiyê û pêkanînên dijmirovahiyê paş de nemaye.
Yek ji rêhevalê me yê di vê pevçûnê de gihîştiye şahadetê, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê û berpirsyarê Eyaleta Amedê, Hevalê Nûman hemû pratîka xwe di qada şer de derbas kiriye, li qada Rêbertiyê maye û yekser ji Rêbertiya me perwerde dîtiye, di pêvajoyên herî dijwar û aloz de li dijî hemû tesfiyekariyên hundir û derve xwedî sekna mîlîtaniya PKK'ê bû û her dem xwedî li xeta Rêbertiyê û şehîdan derketiye. Rêhevalê Nûman bi awayeke aktîf tevlî pêngava 1'ê Hezîranê bûye, weke fermandariya Eyaleta Amedê bi berpirsyariyeke mezin tevlî pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî bûye û di asta fermandarê pêşeng de xwe û rêhevalên li gel xwe amade kiriye.
Rêhevalên me Rênas, Şoreş, Xebat, Ozer, Demhat, Firat, Agîd, Masîro û Şervan ên gihîştine şahadetê, bi girêdan û baweriya xwe ya bi serkeftinê di tekoşîna me ya azadiyê de roleke girîng lîstine, bi seknên xwe yê fedakar û vînên xwe yê naheje, çanda berxwedanê li Kurdistanê li hemû qadên lê mane nîşan dane. Tevî hemû astengiyan ji bo deyndarê vî gelî nemînin, ji bo erk û berpirsyariyên xwe bi awayeke xurt pêk bînin di her kêliya jiyanê de bi kedeke pir xurt tekoşîn kirine. Sekna van rêhevalê me ku heta roja me ya îro bûye mînak ji îro û şûn ve jî wê bi mînak be.”
Nasnameya gerîlyaên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
-Ertem Karabûlût, bi nasnavê Numan Amed, li Amedê ji dayik bûye.
-Faruk Dolu, bi nasnavê Egîd Amed, li Amedê ji dayik bûye
-Omer Şeker, bi nasnavê Ozer Dêrsim, li Meletiyê ji dayik bûye
-Mehmet Bîçecek, bi nasnavê Rênas Amed, li Amedê ji dayik bûye
-Mehmet Calp, bi nasnavê Şervan Koçer, li Mêrsînê ji dayik bûye
-Perwîz Xelîlî, bi nasnavê Şoreş Selmas, li Selmasê ji dayik bûye
-Mesût Yildirim, bi nasnavê Demhat, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye
-Ruhallah Sîdînecat, Firat Margî, li Îlamê ji dayik bûye
-Mehmet Zulfîkar Kaçmaz, bi nasnavê Xebat Xançepek, li Amedê ji dayik bûye
-Hakan Tezel, bi nasnavê Masîro, li Êlihê ji dayik bûye”
Fermandariyê di berdewama daxuyaniyê de ev bang kir: “Berxwedana rêheval Nûman û 9 rêhevalê me yê din ê di bin fermandariya wî de li dijî êrîşa dijmin a dijmirovahî de kirine careke din vîn û lehengiya gerîlayen Kurdistanê nîşanî dost û dijmin hemû kesî daye.
Bi hişmendiya wê artêşa dagirker a tirk di mehên zivistanî de li her çar perçê Kurdistanê êrÎşên xwe zêde bike, bê ku di xeta berxwedanê de tu lawaziya nîşan bidin an jî dudiliyê jiyan bikin di xeta Rêber APO û şehîdan de bi azwerî û vîneke ji her demê xurtir nîşan bidin û em sond didin ku em ê hesabê vê êrîşa dijmirovahî bipirsin careke din dubare dikin.
Divê gelê me di serî de Şehîd Nûman xwedî li hemû rêhevalên me yê şehîd derbikeve û li dijî polîtîkayen komkujiyê helwest û nerazîbûna xwe bilind bike û nîşan bide. Pêwîste gelê me û raya giştî ya bihîstyar ruyê derewîn û ketî ya hukumetê bibîne û bi awayeke xurt xwedî li rêhevalê me yê şehîd derbikeve û bi vî awayî helwest û sekna xwe bi awayeke aşkere nîşan bide.”