Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê lez dan xebatên xwe

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê bi civînên gel û serdana esnafan dewam dikin. Namzetan destnîşan kirin ku di 7'ê Hezîranê de wê tifaqa AKP û DAIŞ'ê têk biçe.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê bi civînên gel û serdana esnafan dewam dikin. Namzetan destnîşan kirin ku di 7'ê Hezîranê de wê tifaqa AKP û DAIŞ'ê têk biçe. 

QERQELÎ

Li taxa Êngiz a navçeya Wan Qerqeliyê buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin. Li dûdeqeyeke rêzgirtinê Hevşaredara Qerqeliyê Handan Bagci li vir axivî û diyar kir ku beyannameya wan a hilbijatrinê ya li gorî perspektîfa Jiyana Nû hatiye madekirin, manîfestoya jiyana bi hev re ya gelan e. Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Recep Ceylanci jî da xuyakirin ku pêşeroja nû ya li ser bingeha azadî, mafên mirovan û demokrasiyê, wê bi feraseta Jiyana Nû ya HDP'ê pêk were.

TÛŞBA

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê Remzî Ozgokçe di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de tevî rêveberên HDP û DBP'ê yên Bajêr li oto sanayî esnaf ziyaret kir. Namzet Ozgokçe 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kir û anî ziman ku ew ê li hemberî yên li ser jiyan, mal, ked û xwêdana karker û kedkaran rantê bi dest dixin têbikoş in. Ozgokçe destnîşan kri ku ji bo vê jî pêwîste hemû derdorên alîgirên kedê destekê bidin wan. Serokê Desteya Rêveberiya Kooperatîfa Oto Sanayî Muhîttîn Yildizbaş jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û anî ziman ku divê her kes destekê bide HDP'ê.

BÊGIR

Li taxa Gonderme ya navçeya Bêgirê jî bş beşdariya aktîvîstên KJA, Hevşaredara Bêgirê Safûre Guneş, Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Hîcran Arpa û gelek jinan civîn hat lidarxistin. Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Arpa ragihand ku ji bo dawî li cînayetên jinan were anîn pêwîste di 7'ê Hezîranê de jin cihê xwe li parlamentê bigirin. Hevşaredar Guneş jî destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li şîdeta li hemberî jinê ew ê xwe hîn bêhtir birêxistin bikin.

ARTEMÊTAN

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan û Zozan Yelîz Yildirim li taxên Andaş û Yenîmahalleyê beşdarî civînên ji aliyê meclîsên taxan ve hat organîzekirin bûn. Botan di axaftina xwe ya li vir de got, "Hin radibin HDP'ê bi hewldana ji holê rakirina Misilmantiyê sûcdar dike. Eger mijar Misilmantî be, gelê ku herî zêde bi Misilmantiyê ve girêdayî ye, gelê Kurd e. Di vê hilbijartinê de em ê bendan, benavan hilweşînin û ava van bendavan wê AKP û DAIŞ'ê ji Rojhilata Navîn rake."

...