Namzetên AKP'ê yên Wanê ji lîsteya 'sabiqayan' pêk tê
Namzetên parlamenteriyê yên AKP'ê yên Wanê, bi lêpirsînên nelirêtiyê yên der heqê wan de hatine vekirin û sûcên li dijî gel tên naskirin.
Namzetên parlamenteriyê yên AKP'ê yên Wanê, bi lêpirsînên nelirêtiyê yên der heqê wan de hatine vekirin û sûcên li dijî gel tên naskirin.
Namzetên AKP'ê yên Wanê ji 'sabiqayan' pêk tê. Namzetên ku di demên bihurî de li hemberî gel gelek sûc kirin û ketin nava karên nelirê, rê li ber nerazîbûna gel vekirin. Balkêş e ku AKP'ê lîsteya xwe ya vî bajarî, ji namzetên ji eşîran û xwedî hêza aboriyê diyar kiriye.
ATALAY: HÛN NE XEMA ME NE
Namzetê AKP'ê yê rêza 1. ê AKP'ê Beşîr Atalay, di dema erdheja sala 2011'an de êrîşî gelê li kolanan mexdûriyeta xwe bilêv dikirin, kiribû. Atalay wê rojê ji mirovan re gotibû 'Em başiyê bi we dikin, hûn fêm nakin. Êdî hûn ne xema me ne'. Atalay qîma xwe bi vê gotinê jî neanî û erdhejzede sûcdar kiribû, ku provokasyonê dikin. Atalay her wiha erdhej ji bo alîgirên xwe kir firsendek û daîreyên TOKÎ y'en bi 40 hezar TL hatin çêkirin, bi 100 hezar TL'yî firot erdhejzedeyan. Di heman demê de ji ber ku Atalay yek ji koordînatorên şerê taybet e, li herêmê nayê hezkirin.
KAYATURK: BI BICIHNEANÎNA SOZÊN XWE RE NAVDAR E
Namzetê AKP'ê ye rêza duyemîn Bûrhan Kayaturk jî, taybetmendiya wî ya herî girîng; bicihneanîna sozên xwe ye. Kayaturk beriya hilbijartinên 2011'an, projeyek bi navê "Welatê Efsaneyên Newrozê Wan" pêşkêş kiribû û îdîa kiribû ku ew ê Wanê bike Las Vegas. Tevî ku di ser re sal derbas bûn jî, ji bo projeyê gavek jî nehat avêtin.
ÇÎFTÇÎ: DER HEQÊ WÎ DE GELEK LÊPIRSÎNÊN NELIRÊTIYÊ HENE
Namzetê AKP'ê yê rêza 4. Fatîh Çîftçî jî, bi karên xwe yên ne li rê, tê naskirin. Ji bo Çîftçî yê ku der heqê wî de gelek lêpirsînên nelirêtiyê hene, gelê Erdîşê dibêje 'Dizo'. Şîrketên Erdîşê yên bi navê AL-BA Hazir Beton, Endam Muhendîslîk, Ercîş Harîta Muhendîslîgî, Dostlar Emlak ve Age Yapi Înşaat Ltd. di 15'ê Adara 2011'an de serî li Serdozgeriyê dan û ji ber sextekariyê giliyê Şaredarê wê demê yê AKP'yî, endamên meclîsa Şaredariyê û personelên şaredariyê kiribûn. Di 16'ê Îlona 2011'an de Wezareta Karên Hundir jî destûra vekirina lêpirsîna der heqê personelên şaredariyê dabû, lê Çîftçî ji ber ku parlamenter bû, destûra vê nedabû. Lêpirsînên nelirêtiyê yên der heqê Çîftçî de, hînê dewam dikin.
ÎDÎAYÊN DER HEQÊ WÎ DE
Wezareta Karên Hundir der heqê Çîftçî de îdîayên li jêr lêkolîn kiriye, lê ji ber parlamenter e ti pêkanînên nehatiye kirin.
"1- Tadîlatên îmarê, têkildarî zêdekirina qatan û ruxsetan de ne li gor mewzûatê kar hatiye kirin
2- Xercên di ruxsetên avahiyan de hatine girtin, li ser asta hatiye diyarkirin e û bêedalet e, li gor kes hatiye guhertin, xerc ku wek çek hatine bikaranîn li ser mirovan zext hatiye kirin
3- Di xercên ji bo avahiyan de jî li gor xizmên şaredar e yan na ku pêkanînên cuda hatine kirin, tevî ku li gor qanûnê divê ev xerc li daîreya wergiyê bên razandin jî, ev xerc bi awayekî ku zêdetirî lîmîtên Desteya Wezîran diyar kiriye li hesabê şaredariyê hatiye razandin
4- Têkildarî îmar û îfrazê jî ku biryar ne li gor usûlê ne, li şûna endamên meclîsê hin kesên din îmze avetine, hin serlêdan negirtina ewraq qebûlê, rayeya yekeyan bi awayekî fiilî serokê berê bi kar aniye, komîsyomên meclîsê nehatine xebitandin
5- Di plana îmarê de li hin qadên ku beşek jê ji bo çandiniyê ye, destûra tadîlat û îfrazê hatiye dayîn, birayê şaredar hiştiye kesên bi awayekî ne fermî şirîk in bi rengekî neheq qezencê bikin.
6- Biryarên Meclîsa Şaredariyê ji gel re nehatiye aşkerakirin.”
YILDIRIM: NELIRÊTÎ, LI HEMBER GEL BI ÇEKÊ TEHDÎD
Ferman Yildirim ê AKP’ê ew ji rêza 8. namzet nîşan daye, 3 caran ji AKP’ê Şaredartiya Ebexê kiriye. Di nav vê pêvajoyê de gelek caran bi lêpirsînên nelirêtiyê re rû bi rû hat. Her wiha der barê Yildirim de bi sedema sala 2014’an bi çekê gundî tehdîd kirine gilî hat kirin.