MSD: Em li hember êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê bêdeng nabin

MSD, a ku êrîşên arêtşa Tirk a li dijî Efrîn û herêma Şehbayê şermezar kir, daxwaz kir ku li hember vê yekê ti kes bêdeng nebin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî êrîşa artêşa Tirk a li dijî Efrîn û herêma Şehbayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku hate dayîne bal kişand ser van xisûsan:

″Em êrîşên balafirên Tirk ên li ser Efrîn û Şehbayê bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navnetewî dikin ku destewerdanê bike da ku êrîşên hovane li dijî sivîl û hêzên ku şerî DAIŞ‘ê dikin rawestin. Em bêdeniya raya giştî ya li hember van êrîşan şermezar dikin û dibêjin ev êrîş li ser vîna gelê Sûriyê pêk tê.

Tirkiyê piştî ku pilanên wê li Mûsilê têk çûn, careke din berê xwe da Sûriyê, bi hêzên herêmî û navnetwî re kete nava têkiliyan da ku derbasî Babê be. Bi bîr û baweriyeke mezin sînorê herêmeke bi ewle di navbera Cerblus û Ezazê de xêz kir, bi vê yekê êrîşên dijwar li ser Efrîn û Şehbayê pêk tîne.

Ev êrîş di heman demê de ku Hêzên Sûriyeye Demokraîtk amadekariyên operasyona rizgarkirina Reqayê dike, pêk tên. Tirkiyê di operasyona rizgarkirina Reqayê de dibîne ku planên wê asteng dike, ji ber vê yekê dixwaze DAIŞ‘ê careke din biparêze. Mayîna DAIŞ‘ê di Sûriyeyê de şer û aloziyê kûrtir dike. Bi vê yekê wê karibin destwerdanê bikin û herêmê dagir bikin.

‘TIRKIYE DIXWAZE SÛRIYEYÊ PARÇE BIKE’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiyê hewl dide Sûriyê perçe bike wekî çawa ku Cerablus dagir kir, bi hemû rê û rêbazan dijbertiya projeya demokratîk û yekîtiya herêmê dike. di daxuyaniyê de bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan, û di dewam daxuyaniyê de wiha hate ziman: “Ew bi awayekî eşkere Cebhet El-Nusra birêve dibe, berspektîvan dide da ku wan ji Helebê vekişîne. Tirkiyê û DAIŞ‘ê li dijîî gundên Şehbayê êrîşan pêk tîne. Di êrîşîm duh de yên li ser Efrînê de hevkariya di navber DAIŞ‘ê Hêzên Mertala Firat û Artêşa Tirkiyê de li ber çavên civaka navnetewî û raya giştî re eşkere ye.

BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ HATE KIRIN

Di dewama daxuyaniya MSD’ê de wiha hate gotin:

“Banga me ji civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî ku hewlesta xwe zelal bikin û sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Efrîn û Şehbayê deyne, her wiha em bang li hêzên Koalsyonê yên piştevaniyê dide oprasyona Mertala Firatê ku ew jî helwestên xwe zelal bikn, bêdenya li ser van êrîşan tê wateya qebûlkirina van kiryaran.″