Modela Xweseriya Demokratîk li Komîsyona Makeqanûnê ye;

Modela Xweseriya Demokratîk li Komîsyona Makeqanûnê ye;

BDP’ê pêşniyarên ku ji “rêveberiya demokratîk a xwecih” “Rêveberiyên herêmî û “meclîsên herêmî” pêk tê pêşkêşê Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê ya Meclîsa Tirkiyeyê kir.

Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ji bo beşa rêvebirinê pêşniyarên xwe pêşkêşê Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê ya Meclîsê kir. BDP pêşniyar kir ku Tirkiye di warê rêveberiyên herêmî de li gorî şert û mercên aborî, civkî, taybetmendiyên çandî li herêmên erdgînarî dabeş bibe û xwest ku rayeyên rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî kêm bibe û ev raye dewrê meclîsên herêmî bên kirin.

RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK YA XWECIH

BDP’ê li şûna “rêvebirina ji navendê” îfadeya “rêvebirinên demokratîk ên xwecihî” bê bikaranîn. Her wiha hate xwestin ku divê di pêkhateyên rêveberiyan de rêgeza wekheviya zayendan di makeqanûnê de esas bê girtin.

RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ

BDP pêşniyar kir ku Tirkiye di warê rêveberiyên herêmî de li gorî şert û mercên aborî, civkî, taybetmendiyên çandî li herêmên erdgînarî dabeş bibe û xwest ku rayeyên rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî kêm bibe û ev raye dewrê meclîsên herêmî bên kirin.

BDP’ê got: "Rêveberiyên herêmî û bajaran xwe dispêrin esasê berfirehkirina rayeyan” û wezîfe û xizmetên ji aliyê rêveberiya raya giştî ya navendî ve bên kirin wiha rêz kir:

"Xizmet û wezîfeyên edalet, parastina neteweyî, ewlekariya neteweyî û têkiliyên derve

Sererastkirinên peywir û xizmetên aborî, xizîne, bazirganiya derve û piyaseyan.

Di mijara karanîna çavkaniyên aboriyê de, rêveberiya gelemperiyê ya herêmî dê aboriya xweser esas bê girtin.

Xizmet û wezîfeyên di asta aboriya neteweyî de, amadekariyên planên civakî û fîzîkî, pêşketinên di navbera herêman de, pêkanîna proje û bernameyên ji bo rakirina ferqa di navbera herêman de.

Xizmet û wezîfeyên bicihanîna tiştên taybet ên gelemperiyan ji aliyê rêveberiya navendî ve.”

MECLÎSÊN HERÊMÎ

Her wiha, BDP’ê pêşniyara “Meclîsên Herêmî û Serokatiyên Herêmî” ya ji rêveberiyên gelemperiyê yên herêmî pêk tê jî pêşkêşê Komîsyonê kir. BDP’ê got: “Ji bo sînorên rêveberiyên xweser yên gelemperiyê yên herêmî dê taybetmendiyên dîrokî, çandî, civakî, erdnîgarnî û aborî esas bêngirtin û bi qanûnan bê sererastkirin.”