Operasyona rizgarkirina Mûsilê dewam dike. Pêşmergeyan gundên derdora Xazir kontrolkirine û niha çeperên xwe saxlem dikin. Fermandarek pêşmergeyan got ku ne diyare şerê Mûsilê ber bi ku ve biçe.
Berpirsê hêzên 70'ê yê pêşmergeyan diyar kir ku pêşmergeyan zêdetirî 200 km çargoşe ji herêma Xazir kontrolkirine.
Fermandarê pêşmergeya Şêx Cefer Şêx Mistefa li herêma Xazir got: "Heta niha li herêma Xazir rewş aram e. Du roj in hê şerek wisa dijwar neqewimiye. Hêzên Pêşmerge niha eniyên xwe saxlem dikin. Em ê di eniya şer de sengerên xwe baştir çêbikin."
Şêx Cefer diyar kir ku hêzên pêşmerge zêdetirî 200 km çargoşe ji herêma Xazir kontrolkirine ku di bin destê çeteyê DAIŞ’ê de bû. Fermandarê pêşmerge ragihand ku pêşmerge erka xwe li vê herêmê bi dawî kiriye lê belê li çend herêman şer berdewame, bi taybet di navbera hêzên Iraq û çeteyên DAIŞ’ê de.
Berpirsê hêzên 70 wiha axivî: “Kontrolkirina Mûsilê hêsan nîne. Mirov nikare şerê Mûsilê pêşbînî bike. Ji ber hêj ne diyare ka wê şerê bi DAIŞ’ê re di nava Mûsilê de çawa bibe û rewş ber bi ku ve biçe.”