Li navçeya Sîwerek ya Rihayê di encama li hev qelipîna mînîbusek ya karkerên zeviyê dihilgirtin û traktorekê de, 11 jê zarok 18 kes birîndar bûn. Rewşa 4 birîndaran girane.
Li gundê Bakanak yê ser bi navçeya Sîwerek ya Rihayê, mînîbusek ya karkerên zeviyê siwar ya biplaqeya 21 GD 285 li traktorekî biplaqeya 63 EM 081 ya parkirî qelipî û qulipî şarampolê. Di encama qezayê 11 jê zarok 18 kes birîndarbûn.
Hate ragihandin ku, ji birîndaran rewşa Emîne Bagci (20), Meryem Boga (14), Îsa Boga (18) û Meryem Boga (9) salî girane.