Minbicî: Em ê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk
Şêniyên Minbicê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê dan û gotin, ew naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li ser erdê xwe bibînin.
Şêniyên Minbicê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê dan û gotin, ew naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li ser erdê xwe bibînin.
Minbiciyan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxandin.
Minbiciyan nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê dan û destnîşan kirin, ku êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên li herêmê ne ya bê qebûlkirin e.
Minbiciyan dan xuyakirin, ku dewleta Tirk dixwaze li rojên serdema Osmanî vegere û gotin, weke Minbiciyên Ereb, Tirkmen, Çerkez û Kurd, ew ê vê daxwaza dewleta Tirk di ber wê de bihêlin.
Minbiciyan bibîr xistin, ku dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Minbicê, piştî 3 salan di 15'ê Tebaxê de bi temamî hatiye şikandin û dawî li vê dagirkeriyê hatiye anîn. Minbiciyan diyar kirin, dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê ji bo kûrkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ye.
'KUJERÊ GELAN DEWLETA TIRK E'
Minbiciyan ragihandin, ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku 6 sal in dewam dike, bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi sed hezaran birîndar bûne û bi mîlyonan mirov koçber bûne. Minbiciyan destnîşan kirin, ku dewleta Tirk ji destpêka şerê Sûriyeyê ve destekê dide komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam, Tûgaya Sûltan Mûrad û kujerê sereke yê gelên Sûriyeyê, dewleta Tirk e.
'EGER PÊWÎSTÎ PÊ HEBE, EM Ê ŞER BIKIN'
Şêniyên Minbicê gotin, ew ê destûrê nedin dewleta Tirk û hêzeek din axa Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê dagir bikin û diyar kirin, ku eger pêwîstî pê hebe ew ê ji bo parastina azadiya piştî 3 salan bi dest xistine, şer bikin.