Milîsên Terzî Fîkrî yên HBDH'ê li dijî wesayita zirxî çalakiya bombeyî kirin

Milîsên Terzî Fîkrî (Fîkrî Sonmez) ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku li navçeya Kercewsê ya Êlihê li hemberî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep çalakiyeke bombeyî kirine.

Li gorî daxuyaniya nivîskî, "Di 28'ê Tîrmehê de saet 23:00 li navçeya Kercews a Êlihê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep a faşîzmê êrîşa bombeyî hatiye kirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, "Em xwedî li şiyara hevrê Terzî Fîkrî (Fîkrî Sonmez) derdikevin ku gotibû, 'Min çi kiribe ji bo gelê xwe kir, bi gelê xwe re kir'. Em ê bi vê hêzê, dagirkeran têk bibin."