Şanda ji Hevseroka Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Sînem Mihemed û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêk dihat serdana nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Hewlêr kir.
Hevdîtinên Desteya Bilind ya Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê didomin. Bi vê mebestê serdana nûnertiya BDP’ê ya Herêma Federal ya Kurdistanê kir. Şanda ji Hevseroka MGRK Sînem Mihemed û Hevserokê PYD pêk dihat serdana nûnertiya BDP’ê ya Hewlêrê kir. Şand ji aliyê nûnerên BDP’ê yê Hewlêrê Cemal Coşkûn û Mehmed Elî Aydin ve hatin pêşwazî kirin. Hate zanîn di hevdîtinê de li ser yekîtiya gelê Kurd û rewşa Rojavayê Kurdistanê hatiye nîqaşkirin.