MEYA-DER: Nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya gelê Kurde

MEYA-DER: Nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya gelê Kurde

MEYA-DER'ê encamnameya konferansa xwe ya ku di 12-13'ê Çileyê de li Amedê pêk anî, bi daxuyaniyekê aşkere kir. Konferans diyarî 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku li Parisê û 10 gêrîlayên HPG'ê yên li Lîceyê hatin qetilkirin hate kirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku, tenê muhatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya gelê Kurd e.

Komeleya Malbatên Xizmên xwe Windakirine û Piştgiriya Malbatan ya Çandî (MEYA-DER), di 12-13'ê Çileyê de 4'emîn Konferansa xwe bi tevlîbûna 400 delegeyan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin ya BDP'a Amedê pêk anî. Tevî endam û rêveberên MEYA-DER'ê gelek endam û rêveberên rêxistin û saziyên sivîl û ji 4 perçeyên ku Kurd lê dijîn mêvan tevlî konferansê bûn.

Li eywana konferansê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz (Egîd) û HPG'ê yên ku di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Li aliyê din jî pankartên "Bi pêşengiya şehîdên leheng, ji serokatiyê re azadî, ji Kurdistanê re statû, dê di rûpelê dîrokê de bê nivîsandın", "Em di riya nemiran de ber bi azadiyê ve dimeşin", "Em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin", "Êdî bes e bila kes nemirin, azadî bê jiyan kirin", "Riya we riya me, riya me hêvî azadî, aşîtî, biratî û pêşerojê ye", "Şehîdên me cewhera hemû deman kişandine roja me ya îro", "Em hevdû bibexşînin. Ne bexşandin em herdu alî jî xeletiyên xwe derxin holê û li xwe mikur werin. Li hev kirin tenê bi vî awayî çê dibe." hatin vekirin.

MEYA-DER'ê Konferans diyarî 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku li Parisê û 10 gêrîlayên HPG'ê yên li Lîceyê hatin qetilkirin hate kirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku, tenê muhatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya gelê Kurd e.

'NÊZÎKATIYA OCALAN NÊZIKATIYA GELÊ KURD E'

Di encamnameyê de ji Fransayê hat xwestin ku bi lezgîn komkujiya li Parîsê ronî bike û hesab ji kujeran bipirse. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku, muhatabê sereke yê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û wiha hat gotin: "Di demê dawî de hikûmeta AKP'ê hevdîtinê ku bi Birêz Ocalan re pêk tîne divê cidi bigire. Operasyonên siyasî û leşkerî mînakê vê yekê ne. Li Lîce, Çelê mînakê helwesta hikumetê ya bêcidîbûnê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê û berjewendiya gelê Kurd û Tirk divê gavên bi ewle û şênber bên avêtin. Em aşkere dikin ku, bi her alî piştgiriyê didin gelê Kurd yê Rojava û astengiyên li pêş şermezar dikin. Em dîsa berxwedana zindanan û Şemzînanê silav dikin."

Di encamnameyê de biryarên hatin girtin û pêşniyarên hatin kirin wiha ne:

* Amadekirin û tomarkirina jiyana hemû şehîdên ku di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.

* Pêşxistin û xurtkirina diyalog û ragihandina di navbera hemû malbatên şehîdan.

* Divê MEYA-DER' di qada neteweyî û navdeteweyî de xebatan pêş bixe.

* Divê hemû rêveberên girêdayî saziyên MEYA-DER'ê bên perwerdekirin.

* Ji bo windayên aqûbeta wan nediyar divê xebat û lêkolîn bê meşandin.

* Divê hemû agahiyên di derbarê gorên komî de li hev bên komkirin û lêkolîn bê kirin. Agahi divê bi saziyên eleqeder re bên parvekirin.

* Divê bi lezgîn Konferansa Navneteweyi ya Kurd bê kirin.

* Divê konferansa Dayîkên Şehîdan bê kirin. Ji bo wê divê xebat bên meşandin.

* Divê gorên hemû şehîdan ji nû ve bên rastkirin û nûkirin.