Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) komkujiya li bajarê Helebê taxa Şêx Meqsûd bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem li ser navê gelê wargehê derbarê êrîşa hewayî ya ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li hemberî taxa Şêx Meqsûd ya Helebê ku bi piranî Kurd lê dijîn pêk hat û di encamê 20 kesan jiyana xwe ji dest da bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş şermezar kir.
Meclîsa Gel ya Demokratîk di daxuyaniyê de komkujî weke feraseta hov ya tevayî dagirkerên Kurdistanê nirxand û wiha got, “Hêzên rejîma Sûriyeyê bi desthilatdariya Partiya Beas ya û dîktatorê wê Beşar Esad li Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê ku bi piranî Kurd lê dijî komkujiyek pêk anî. Di encama wê komkojiyê de 20 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 54 Kurdistanî jî birîndar bûn. Em wek gelê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji gelê Kurdistan û bi taybet ji gelê me yê Rojavayê Kurdistan û ji Desteya Bilind ya Kurd re sersaxiyê dixwazin.”
Meclîsa Gel ya Demokratîk di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku, wek gelê Kurd yê wargeha Penaberan ku êşa komkujî û sirgûnan baş dizanin, wê tu hêz bi komkujî û sirgûnan îrade, hêvî û têkoşîna gelê Kurd nikarîbe lewaz bike û misoger wê gelê Kurd bi ser bikeve.
Di berdewama daxuyaniyê wiha hat gotin: “Gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistan ne bi tenê ye. Gelê Kurd di bin her şert û mercî de wê projeya xwe ya Xwesertiya Demokratîk bixe pratîkê. Gelê Kurd bi yekîtiya xwe, îrade hêz û zanebûna ku bi dest xistiye wê destketî û nirxên xwe biparêze.”