Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem gêrîlayên HPG’ê Serbest Unver (Cûma Goyî) û Fuat Terzîoglu (Mordem Avaşîn) yên ku di çalakiya cangorî ya li dijî Qereqola Harûna de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê hatin bîranîn.
Gêrîlayê HPG’ê di 14’ê Îlonê de di xeta Gever û Şemzînanê de li dijî Qereqola Harûna çalakiyek cangorî li dar xistibûn, di encama vê çalakiyê de herî kêm 60 leşkerên tirk hatibûn kuştin gelek tank û wesayîtên leşkerî jî ji aliyên gêrîlayan ve hatibûn rûxandin. Di encama çalakiyê de jî 8 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Îro di demjimêr 08.00’an de li Saziya Malbatê Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem bi beşdariya şêniyên wargehê ji bo gêrîla Cûma Goyî ku di wê çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû û malbata wî li Wargeha Şehîd Rûstem dijî û gêrîla Mordem ku xizmên wî li Wargeha Şehîd Rûstem dijîn merasîmek hat lidarxistin.
Merasîmek ji bo cangoriyên Kurdistan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargehê Hecî Kaçan ve sicîlên 8 gêrîlayên ku jiyana xwe ji dest dabûn hat xwendin. Paşê nameya ku Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ji malbata Gêrîla Cûma Goyî re şandibû hat xwendin. Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk Hecî Kaçan ji bo wateya rojê axaftinek kir û bal kişand ser van xalan:
“Têkoşîna gelê Kurd û di bin pêşengiya Mamosteyê Mezin Rêber Apo û şehîdên azadiyê de gelek destketî û nirx ji bo me afirandine. Îro jî li welatê me Kurdistan di çarçoveya Merheleya 4. ya stratejîk de operasyonên şoreşgerî li seranserê Kurdistan bi awayekî bi heybet berdewam dikin.” Her wiha Kaçan di dewama axaftina xwe behsa çalakiya herî dawî ya gêrîlayên HPG’ê kir û axaftina xwe wiha domand: “Di çalakiya cangorî ya li dijî Qereqola Harûna de gêrîlayên me bi berxwedaneke herî mezin gihiştin şehadetê. Ji bo me şopandina rê û têkoşîna wan wezîfe û berpirsiyarî ye. Li ser navê gelê wargehê em sersaxiyê ji Rêber Apo, gelê Kurd û malbatên şehîdên me re dixwazin û dibêjin, ‘Serê Tevgera me sax be.” Kaçan diyar kir ku, “Hevalên me Cûma, Mordem û hevalên xwe wê ji bo me bibin felsefeya jiyana azad û ya mirovahiyê.”
Di merasîmê de Dayîka Şengê li ser navê Komîteya Şehîdan ji bo wate û girîngiya rojê axaftinek kir û wiha got, “Her şehîdek me dîrokekê dinivîsîne, roj bi roj gêrîlayên me navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de dineqişînin. Em soz didin heya em sax bin em dest ji doz û rêya şehîdên xwe bernadin.”
Li ser navê malbata Cûma Goyî, Cewher Unver jî di axaftina xwe de bal kişand ser jiyan û taybeymendiyên Gêrîla Cûma û axaftina xwe wiha domand, “Heval Cuma di kesayet û sekna xwe de mînak bû. Li hember gelê xwe dilnizm û dilsoz, li hember dijmin bi kîn tevdigeriya.” Li ser navê malbata Mordem Avaşîn jî xalê Mordem Seyfeddîn Pendîk axifî û wiha got, “Şehadeta van hevalan ji bo me rûmeteke, weke malbata gêrîla Mordem em bi tevayî şehîdên xwe serbilindin.”
Merasîm bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.