Mexmûriyan 14 gêrîla bibîr anîn

Mexmûriyan 14 gêrîla bibîr anîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem di şexsê gêrîlayê HPG'ê Cesur Cûdî de 14 endamên HPG'ê li Çelêya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Gelê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargehê gêrîlayê HPG'ê Cesûr Cûdî û 13 hevalên wî yên di 7’ê Çileyê de di encama çalakiya li hemberî qereqola Karataş ya Çelê navçeya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn bi girseyeke qelebalix bi bîr anîn. Di merasîma hat lidarxistin de nasnameya 14 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dabûn hat xwendin û nameya ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ve ji bo malbata Cesur Cûdî hatibû şand hate xwendin.

Merasim bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir. Li ser navê Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargehê Mamoste Dîcle Dag axivî û wiah got: ""Dewleta Tirk careke din rûyê xwe yê rast nîşan da. Em wek gelê Kurd dest nîşan dikin em dê tu carî wan kiryarên dewleta tirk ên hov û dij-mirovatiyê qebûl nekin û bê bersiv nehêlin.”

Endamê Meclîsa Gel ya Demokratîk a Wargehê Cîhan Cizîre jî axivî wiha got: "Ez di şexsê heval Cesûr de hevalên li Çelê şehîd ketine, di şexsê Heval Nûman Amed de hevalên li Amedê şehîd ketine û dîsa di şexsê Heval Sakîne, Rojbîn û Ronahî de ku li Parîsê hatin qetilkirin tevayî şehîdên Kurdistan bi bîr tînim. Ji bo em di sedasala 21. de bibin xwe hêz û azad bibin divê em mîna pola xwe qewîn bikin. Dewleta tirk, di aliyekî de ku bi awayekî xapînok daxuyaniyên nerm dide, li aliyê din jî di aliyê eskerî de bi her cureyî êrîşan pêk tîne. Ew bûyerên dawî wê aşkere nîşanî me didin. Dewleta Tirk di derbarê komkujiya li Parîsê de çi dibêje bila bibeje. Em dizanin ji bo çi ev qetlîam hatiye kirin. Em wek gel û Tevgera Azadiyê divê em li gorî rastiya xwe nêz bibin. Eger me soz daye em ê azad bibin wê demê berdêlên bên dayîn jî divê em bi awayekî bi hêz pêşwazî bikin.”

Cîhan Cizîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em bi xwedîderketina li nirx û îradeya jiyana azad em hewl didin bigihîjinê biparêzin. Dijmin hewl dide me tune bike, parçeparçe bike, bênasname bihêle. Li beramberî wê divê em bi her awayî dilsoziya xwe bi şehîd û Rêberê xwe re pêş bixin. Em vê baş bizanin ku dijmin ji ber em bi hêzin tê ser me. Ji ber ji me ditirse ev qasî hovîtiyan pêk tîne. Lewma em dibêjin, serketin a me ye.”

Piştî Cîhan Cizîr ji malbata Cesûr Cûdî, Ehmed Guler Axivî. Guler dest nîşan kir ku Cesûr di temenekî biçûk de tevlî nav refên HPG'ê bû û got, “Dewleta Tirk her dem zilm û zext li malbata Cesûr dikir. Bavê gêrîla Cesûr di êşkenceyê de hat qetilkirin. Paşê birayê wî jî li çiyayên Kurdistanê di nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd ket. Em dibêjin serê tevayî gelê Kurd sax be. Em dê her dem şopdarê şehîdên xwe bin.”