Meşa Roboskî ya li Amedê dest pê kir

Meşa Roboskî ya li Amedê dest pê kir

Piştî ku polîsan destûr neda meşa ku dihat xwestin ji bo bîranîna Komkujiya Roboskiyê li Amedê li dar bixin, gel dest bi çalakiya rûniştê kir. Di encama hevdîtinê de meş careke din hate destpêkirin.

Girseya gel a ku xwest ji bo bîranîna Komkujiya Roboskî ji ber avahiya BDP’ê ya Navçeya Rezan a Amedê bimeşe Parka Koşuyoluyê, li ser Cadeya Nukhet Coşun û Aykolê li hemberî astengiya polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî hevdîtina BDP’yiyan a bi polîsan re destûra meşê hate dayin. Meş bi dirûşiman berdewam dike.