Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya kampanyaya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi slogana “Me bi Rêber Apo dest pê kir, em ê bi Rêber Apo ser bikevin” dabû destpêkirin, duyemîn “Meşa Dirêj” dan destpêkirin.
Tevgera Ciwanên Roreşger a Rojavayê Kurdistanê ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 10 û 19’ê cotmehê de kampanya da destpêkirin, çalakiyên xwe didomîne. Ciwanên Şoreşger ku di çarçoveya kampanyayê de “Meşê Dirêj” organîze dike, piştî Efrînê, meşa duwemîn jî, ji Dêrikê ber bi Qamişlo ve da destpêkirin.
Meş li ser Goristana Şehîd Xebat a 6 kîlometre dûrî navenda Dêrikê ye dest pê kir. Di meşê de ku 120 ciwan tevlî bûn û tîşortên spî ên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hebûn li xwe kirin, porsterên Ocalan, alên Ciwanên Şoreşger, Konfederasyona Xwenderanên Welatparêz û YPG’ê jî hatin vekirin. Meş piştî deqeyek rêzgirtinê, saet di 12.00’an de bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir.
Meşvan piştî 3 saet û nîvan gihîştin navenda Dêrikê û ji aliyê girseyek qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Di axaftinên ku di dema pêşwazîkirinê de hatin kirin, hate diyarkirin ku Rêberê Gelê kurd li hemberî êrîşên tunekirinê û komployan berxwedanek bêhempa daye destpêkirin û ev tişt hatin gotin: “Rêber Apo bi gotina, ‘me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî ser bikevin’ bal kişandinye ser giringiya ciwanan. Em jî wekî Ciwanên Şoreşger, vê yekê ji xwe re esas digirin û em soz didin ku em ê li ser riya Rêber Apo bimeşin û têkoşînê bilind bikin. Li ser Rêbertiya me tecrîdek giran heye, em vê yekê tu caran qebûl nakin. Di vê çarçoveyê me meşên dirêj dane destpêkirin û em ê van meşên xwe yên ji bo azadiya Serok Apo heta dawiyê bimeşînin.”
Piştî axaftinan girsey jî, bi meşvanan re heta derketina bajarê Dêrikê meşiya û ber bi bajarê Girkê Legê ve oxir kirin. Ciwanên ku piştî Dêrikê jî 15 kîlometreyan meşiyan, li gundê Xana Serê ya herêma Koçeratan bi girseyî û dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Li vir jî li ser navê Meclîsa Gel a gund axaftin hate kirin û xêrhatine ciwanan hate kirin. Piştre jî belavoka Tevgera Ciwanên Şoreşger hate xwendin.
Ciwanên ku şeva xwe li gundê Xana Serê derbas kirin, dê îro meşa xwe ya ber bi Qamişloyê ve bidomînin. Meşvan dê di bajarên Girkê Legê, Çelaxa û Tirbespiyê re derbas bibin û di 19’ê cotmehê de jî bigihîjin Qamişlo.
Li aliyê din “Meşa Dirêj” 3’yemîn jî, dê îro li ser Goristan Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ber bi bajarê Qamişloyê ve destpê bikev. Ev meş jî dê di 19’ê cotmehê de bi dawî bibe. Piştî ku herdu baskên meşê gihîştin Qamişloyê, dê daxuyanî bê dayîn û çalakî dê bi dawî bibe.