Meşa ber bi qada merasimê destpê kir

Meşa ber bi qada merasimê destpê kir

Bi hezaran kesên ji Tirkiye û Kurdistanê hatine li Amedê bûne yek beden. Bi hezaran kesên ji 7 salî heta 70 salî yên Amedî ku şeva din şehîdên xwe bi awayekî biheybet mêvankirin, ji bo şehîdên xwe dîsan bi heman heybetê oxir bikin ber bi qada merasimê ve meşiyan.

Cenazeyên ji Sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez yên ku 9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê li Navenda Enformasyona Kurdistanê hatin qetilkirin, şeva din anîn Amedê û birin Morga Nexweşxaneya Taybet ya Rezanê. Cenazeyên 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku duh bi awayek biheybet hatin pêşwazî kirin, îro jî bi hezaran Amediyên ji 7 salî heta 70’ê salî cenaze ji Morga Nexweşxaneya Taybet ya Rezanê girtin û ber bi Qada Batikentê ve birêxistin.

Bi hezaran kesên ji Tirkiye û bajarên Kurdan hatine xwedî li aştiyê derketin û bûne yek beden, taybetmendiyek din ya vê rojê îro rojbûna Fîdan Doganê ye.

BDP’ê ji bo merasima oxirkirina sê siyasetmedarên jin yên Kurd ji hezarî zêdetir kes peywirdar kirine. Cenaze ji aliyê jinan ve hate hilgirtin, ji bo ji derve çi provokasyon çênebin ewlekarî ji aliyê Dayîkên Aştiyê û Meclisa Jinan ya BDP’ê ve tê girtin.