Bi sedhezaran kes ên ku bi wesayitên cenazeyên her sê jinên Kurd re dimeşiyan gihiştin Qada Batikentê. Cenaze “Hevalên rojê nemir in” û “Şehîd Namirin hate pêşwazîkirin. Herikîna gel a ber bi qada merasimê ve berdewam bike, ji ber qelebalixê, qada merasimê veguherî mehşerê.
Ji ber merasima cenazeyên sê jinên siyasetmedar ên Kurd k li Parîsa paytexta Franseyê hatibûn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Qada Batikent a Amedê tê lidarxistin, li Bakûrê Kurdistanê hema bêje jiyan rawestiya. Li bajêr hemû dikan û kargeh hatin girtin û dibistan hatin boykotkirin. Cenazeyên her sê jinên Kurd li Qada Batikentê bi dirûşiman hate pêşwazîkirin.
Ji ber piraniya girseyê kincên reş li xwe kiriye û paçên spî yên bi xwe ve girêdane, qad hema bêje bi reş û spî xemilî. Bi sedhezaran Kurdistanî wêneyên Cansiz, Dogan û Şalyemez vekirin û pankarta “Şer dike, Azad dibe, Azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê hezkirin” hildan. Bi taybet jinên Kurd di mitîngê de dovîzên li ser “Em hemû Sakîne ne”, “Em hemû Leyla ne” û “Em hemû Fîdan in” hilgirtin.
Her wiha di merasima ku bi wêneyên her sê jinên Kurd hatin xemilandin de pankartên weke “Em ê êşa li Roboskî, êşa li Parîsê, vebiguherînin hêrsê, hêrsî vebiguherînin serkefitnê” balê kişand û tevî wêneyên mezin ên Endamê Kosneya Leşkerî yê HPG’ê Ertem Karabûlût (Nûman Amed) ê ku li Licê di encama operasyonekê de jiyana xwe ji dest da,alên KCK, PKK û PAJK’ê hatin vekirin. Her wiha qad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.
Herikîna ber bi qadê ve berdewam dike. Bi sedhezaran kesên ku tevî cenazeyan hatin qadê ji aliyê sedhezaran ve bi dirûşiman hatin pêşwazîkirin. Di merasimê de Hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişana, hemû parlementerên BDP’ê, nunerên HDK, HDP, rêxistnên sivîl, partiyên siyasî yên Kurd, nunerên har partiyên çep ên Tirkiyeyê, rewşenbîr û gelek kesayet tevlî merasimê bûn.
Darbestên her sê jinên Kurd ku bi alên PKK’ê hatibûn xemilandin, jinan danîn ser milê xwe li ser platformê danîn. Jin li derdora darbestan bûn xelek. Bi sedhezaran bi yek dengî dirûşima “Şehîd Namirin” “Hevalên Rojê Nemir in”, qêriyan. Her wiha stranên Kurdî yên “Bêrîtana Min” û “Sê Jinên Azad” dibêjin.
Piştî merasima rêzgirtinê, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr dest bi axaftinê kir...