Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, gotina xwe ya nîvro rast kir û got dê cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên li parisê hatin qetilkirin êvarî li Amedê bên pêşwazîkirin û pêncşemê jî li qada Batikentê ya Amedê merasim bê lidarxistin.
Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut di derbarê hatina cenazeyên 3 siyasetmedar jin yê Kurd de nîvro daxuyanî dabû û diyar kiribû ku, dê cenaze Çarşemê di demjimêr 09.00'an de li Balafirgeha Amedê bê pêşwazîkirin û di heman rojê de li Qada Batikentê bi girseyî merasim pêk bê. Zumrut daxuyaniya nîvro dabû rast kir û da diyar kir ku, cenaze dê Çarşemê êvarî li Balefirgeha Amedê bê pêşwazîkirin û roja Pêncşemê li Qada Batikentê bi girseyî merasimê pêk bînin. Zumrut gotina xwe ya berê seresert kir û anî ziman ku dê Çarşemê di demjimêr 20.35'an de li balefirgehê bên pêşwazîkirn û Pêncşemê di demjimêr 11.00'an de li Qada Batikentê merasimê bêlidirxastin.