Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê ku di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan bi tundî şermezar kir.
Parlementerê Kurd Dr. Mehmûd Osman di peyama derbarê mijarê de got: “Ez bi tundî terorkirina her sê kesayetiyên siyasî yên Kurdistana Bakûr, (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) mehkûm dikim.” Osman ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurd re sersaxî xwest û bang li dewleta Franseyê kir ku di demeke zû de vê bûyerê ronî bike.