Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman daxuyaniyek derbarê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê re pêk tê de da û diyar kir ku divê beriya her tiştê Ocalan bê azadkirin. Osman di mijara hevdîtinê de ji aliyê Kurdan xwest hişyar bin.
Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman derbarê hevdîtinên bi Ocalan re peyamek di rûpela xwe ya fermî ya Facebookê de weşand û ev hişyarî kir: “Hemû gotûbêjek di demekê de ku Ocalan di girtîgehê de ye, zêdetir ji bo hikûmeta Erdogan bi mifah û bi sûd e ne ku ji bo pirsa Kurd; her wek berê ku em şahîd bûn.”
Peyaman Dr. Mehmûd Osman wiha ye: “Ji Bo peydakirina çareseriyek aştîxwazane ji bo pirsa Kurd li Kurdistana Tirkiyeyê, hinek berpirsên Hikûmetî li Enqereyê gotûbêjan ligel Abdullah Ocalan di girtîgehê de li dar dixin. Em di demekê de ku hêvî dikin ev hewil û gavên han bigihêjin encamek erênî, di heman demê de bawer dikin ku gotûbêja micid hewce ye bo azadkirina Ocalan bê kirin beriya ku gotûbêj ligel Ocalan û berpirsên din yên Kurd bê kirin ji bo pirsa Kurd, ji ber ku hemû gotûbêjek di demekê de ku Ocalan di girtîgehê de ye, zêdetir ji bo hikûmeta Erdogan bi mifah û bi sûd e ne ku ji bo pirsa Kurd; her wek berê ku em şahîd bûn.
Hewce ye PKK û Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) jî vê nerînê bi girîng bizanin û li berçav bigirin.”