Mehmûd Osman: Divê Ocalan azad bibe

Mehmûd Osman: Divê Ocalan azad bibe

Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman 2’wemîn Kongreya BDP’ê ya ku duh li Enqereyê pêk hat silav kir û diyar kir ku weke di kongreyê de jî hate destnîşankirin, êdî dem hatiye ku Ocalan azad bibe.

Parlementerê Kurd Dr. Mehmûd Osman ku di siyaseta Iraqê û bi taybet di siyaseta Başûrê Kurdistanê kesayetek xwedî bandor e, 2’wemîn Kongreya BDP’ê ya li Enqereyê pêk hat silav kir û daxwaza azadiya Ocalan kir.

Osman bi boneya Kongreya Awerte ya BDP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û kongreyê silav kir. Osman daxaza serkeftinê ji BDP’ê re kir û got; “Ez serkefitnê ji wan re dixwazim û hêvî dikim ku xwe bigihînin hemû armancên gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê.”

Osman bang li Enqereyê jî kir ku helwesta xwe ya li hemberî Kurdan biguherîne û dest ji şer berde, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di warê aşitî û diyalogê de pêngavan biavêje. Osman got; “her wiha, weke di kongreyê de jî hate xwestin; êdî dem hatiye ku Birêz Ocalan jî azad bikin. Serkeftin ji bo gelê Kurd, nemirî û serbilindî ji bo hemû şehîdên Kurdistanê.”