Meclisa Tenduristî ya bajarê Efrînê bi alîkarî û amadebûna bi sedan xelkên heremê nexweşxaneya Efrînê vekir.
Mebest ji avakirina nexweşxaneyê pêşwazî kirina nexweşên lezgîn û yên giran bê ku derbazî bajarê Helebê bibin, ji ber sedemên ku gelek welatî dema derbazî Helebê dibûn, di rê de ji ber şerên di navbera Artêşa Azad û rejimê de jiyana xwe ji dest didan.
Vekirina nexweşxaneyê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê hat destpê kirin, piştî vê endamê Tevgera Civaka Demokratîk Arif Şêxo dest bi axaftinê kir û da diyarkirin ku, girîngiya vekirina nexweşxaneyê û destnîşan kirin ku, ev nexweşxane wê hemû pêdiviyên xelkê herêmê bi cih bîne.
Serokê Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê, Azad Efrînî da diyar kirin ku, "Bi gelek zorî û zehmetiyan ev nexweşxane hate vekirin. Yek ji armanca vê nexweşxanê ewe ku wek hev nêzî hemû netewên herêmê bibe û piştgiriya pêwîst bide wan, ji ber ku piranî nexweşxaneyên Helebê êdî nema dikarin pêşwaziya hemû nexweşan bikin".
Di dawiya merasimê de bi tilîlî û siloganan ji aliyê dayîkên şehîdan ve nexweşxane hate vekirin.