Meclîsa Jinên Êzidî: AKP nikare vîna gelê Kurd têk bibe!
Meclîsa Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya dagirker ne bi guhertina cilan ne bi navên cûda nikare vîna gelê Kurd têk bibe.
Meclîsa Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya dagirker ne bi guhertina cilan ne bi navên cûda nikare vîna gelê Kurd têk bibe.
Meclîsa Jinên Êzidî bi daxuyaniyekî nivîskî diyayar kir ku bi tecrîda girankirî ya beramberî mîmarê çareseriyê û aşitiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, dewleta faşîzanê ya AKP bi darbeyên eskerî, siyasî, civakî û bi taybetî jinê hewl dide vîna gelê Kurd a demokratîk bide îmha kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi darê zorê destgirtina Şaredariyên vîna demokratîk yên tevahî Bakurê Kurdistanê, êrîşên herêmên Kurdistanê yên xwerêvebirinê, girtina siyasetmendarên Kurdistanî, talankirina xwezayên Kurdistanê, qirkirinên li tevahî Kurdistanê bi taybetî li Şengalê, Rojava û Başûr û herî dawî girtina Hevserokên Şaredariya Amedê Gulten Kişanak û Firat Anlî asta wê ya herî bi hov rava dike.
Her demê di tevahiya navenda êrişên dewleta Tirk a faşîst de Jina berxwedêr a Kurd bu. Ji ber ên ku destur neda ku faşîzma Erdogan û dewleta Tirk heta vê kêliyê li Kurdistanê xwe bi cîh bike tekoşîna jina Kurd e. Li Şengalê di nav fermanê de jinên Êzîdî ji bo Azadiyek hemdem di çarçoveya Konferderalîzma Demokratîk ya Jinê rêveberiyên xwe yên xweser ava dikin û beramberî hemû êrişên AKP, DAÎŞ’ê û PDK’ê berxwedaniyek destanî dimeşînin.
Di daxuyaniya Meclîsa Jinên Êzidî de wiha hate gotin: “Ji ber ku hêzên dagirkerên Kurdistanê nedikarîn vîna gelê Kurd bidin şikandin niha hewl didin li ser esasê îmhakirina gelê Kurd û nirxên mirovahiyê hevbeş erîş bikin. Ew jî di serî de Erdogan,DAÎŞ û PDK bi xwe ne. Di fermana 73’ emîn ya dijî civaka Kurdên Êzîdî hevkarên wan diyar bu, niha jî leşkerên Tirk bi cilên Peşmergeyên PDK’ê dubare êrişê Şengalê dikin.
Lewra jî em wek jinên êzîdî pir zelal in, em ê tû car li beramberî hovîtiyên dijminan û xayînan bêdeng nemînin.
Çawa Jinên Êzîdî di destên çeteyên DAÎŞ’ê de teslîmî koletî nebûne, em ê jî tevlî bangawaziya Tevgera Azadiya Kurdistanê dibin, ku di serî de civaka êzîdî li her dever bi ruhê serhildanê berxwedaniyek bêhempa bide meşandin û xwedî ji vîna xwe ya azad derbikeve!”