Meclîsa Bajêr a Efrînê, piştî hewldanek bi zehmet, pirsgirêka gazê ya welatiyan çareser kir.
Li Efrînê, meclîsa bajêr pirsgirêkên gel yek bi yek çareser dikin. Li bajêr yek ji pirsgikên herî girîng jî, pirsgirêka gazê ye. Piştî ku welatiyan serî li meclîsê da û xwestin ku pirsgirêk bê çareserkirin, meclîs jî ket nava hewldanan.
RIYA 14 SAETAN 5 ROJAN DOM DIKIR
Pistî amadekariyan rayedarên Meclîsa Bajêr a Efrînê, çûn bajaroka Rimêlan a girêdayî bajarê Dêrikê ku gaza Suriyeyê bi gistî li wir tê dagirkirin. Li vir gaz li wesayîtan hate barkirin û ber bi Efrînê ve hate birêkirin. Lê ji ber ku rêya Efrînê di Helebê re derbas dibe û di navbera Kobanî û Helebê, her wiha di navbera Helep û Efrînê de ser û pevçûnê rejîma Suriyeyê û Artêsa Azad didomin, riya wesayîtên gazê jî gelekî dirêj bû. Riya ku di sertên asayî de 14 saet e, tam 5 rojan dom dikir.
Piştî ku wesayît gihîştin Efrînê, rayedarên Meclîsa Bajêr, li gorî lîsteya navan gaz li welatiyan belav kir.Welatiyan jî keyfxweşiya xwe anîn ziman û spasiyên xwe pêşkêş kirin. Rayedarên meclîsên diyar kirin ku ew ê pêdiviya gazê, bi vî rengî çareser bikin û her tim biçin Rimêlanê.