Meclîsa Gel a Bajarê Hesekê: Sîstema Federaliyê bersivdayina Cinêvê ye

Meclîsa Gel a Bajarê Hesekê diyar kir ku ragihandina Sîstema Federaliya Rojava- Bakurê Sûriyeyê bersiva gel a li hember civîna Cinêvê ye.

Meclîsa Gel a Bajarê Hesekê diyar kir ku ragihandina Sîstema Federaliya Rojava- Bakurê Sûriyeyê bersiva gel a li hember civîna Cinêvê ye.

Di derbarê ragihandina Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyeyê, Meclîsa Gel a bajarê Hesekê daxuyaniyeke da raya giştî.

Bi amadebûna bi sedan endamên meclîsên bajêr, endamên koman, saziyên Civaka Sivîl, partî û rêxistinên siyasî, Meclîsa Gel a Bajarê Hesekê daxuyaniyeke da. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Gel Şêx Mîzer El-Dahirve li pêşiya salona Silko ya Taxa Xişman hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Em weke pêkhateyên bajarê Hesekê û gundên derdora wê di meclîsa Eyaleta Hesekê de, em ji destpêka aloziya Sûriye di nav de ne, em tevlî rêya rizgarkirin û çareserbûnê, di nava çar salan de em rastî êrîşên herî hovane hatin, ev çar sal in ev êrîş her kes hedef girtin. Bêyî cudahiyê bixin navbera pêkhateyekî pêk tê. Ji ber ku em ji destpêkê ve yên derve cudatir bû, yên ku dixwestin hemû herêmên bikşînin nava şer, şerê ku ti alî, ti pêkhate sûd jê nagire. Di vê demê de me li aliyê aştiyê, di wê qonaxê de me karîbû aştiya navxweyî û jiyana hevbeş, parastina rewa ya ku xwe li ser erdê îsbat kiriye, biparêzin. Her kes bi YekîneyênParastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bihîst, her wiha Hêzên Sendîd, Meclîsa Leşkerîya Sûryan, Suturo hatin avakirin, hemû hêzên ku me rêz kirin kantona Cizîrê parastin û destanên qehremanî nivîsandin.

Piştî ku hêzên terrorist ên girêdayî dewletên herêmî ketin ser xeta aloziyê, êdî ji her kesî re xuyabû ku şoreş ji wateya xwe derket, di wê demê pêwîst e ku li ser xeta xwe ya sêyemîn berdewam bikin. Xeta me ew e ku xwe dispêre felsefe û fikreke bingehîn, her wiha di wê demê de pêwîst e ya hevgirtina hemû pêkhateyan bi wê tevgerê re heye.

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi taybet piştî ku her du civînên Cinêvê bê encam bûn, her wiha ya sêyemîn jî hê encamê wê nediyar e, ji ber ku hêzên sereke yên li ser erdê şerê terorê dikin nehatin vexwedin ji bo Civîna Cinêva -3. Ên ku di civînê de hatin beşdarkirin ew bi xwe zarokan dikujin û wêran dikin bêyî ku cudahiyê bixe navbera pêkhateyan.

Ragihandina Sîstema Federaliya Rojava- Bakurê Sûriyeyê bersiva civîna Cinêv-3 ya ku girêdana hêzên Rêjîmê û Opozisyonê bi hişmendiya desthilatdariyê nîşan dide, tê wateya înkarkirina mafên gel. Meclîsa me nûnerên hemû pêkhateyan ji ber kufederalî yekîtiya di nava gel de temsîl dike ne, Sûriyeyê perçe nake."