Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Amedê Abdurrahîm Ay têkildarî salvegera komkujiya Roboskiyê daxuyanî da û wiha got: "Dewletê berpirsyarên komkujiyê xelat kirin. Lê kesên di derbarê mexdurên komkujiyê de axivîn jî ji kar hatin derxistin."
Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê biboneya salvegera komkujiya Roboskiyê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ya Şaredariya Peyasê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Amedê Abdurrahîm Ay daxuyanî xwend û diyar kir ku, êşa malbatên kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan ji wan re weke "Qeder" didan hîskirin. Ay anî ziman ku, dewlet li hemberî êşên hatin jiyan kirin bêperwaye. Ay da zanîn ku, dozgerên dewletê hovîtiya pêk hatî li ber çava negirt û di lêpirsîna hate vekirin de tu pêşketin pêk nehatin.
Ay di axaftina xwe de pirsa "Edalet ji bo Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Şerzan Kurt û Baran Tursun nehate dîtin dê ji bo Roboskiyê bê dîtin?" pirsî û wiha got: "Em bûne şahidên dewletê berpirsyarên komkujiyê xelat kirin. Lê kesên di derbarê mexdurên komkujiyê de axivîn jî ji kar hatin avêtin."