Mazlum-Der: Serokwezîr mirovên yek tîp dixwaze

Mazlum-Der: Serokwezîr mirovên yek tîp dixwaze

Serokê Şaxa Mazlum-Der ya Amedê Abdurrahîm Ay daxuyaniyek da çapemeniyê û serokwezîrê tirk Erdogan bi tund rexne kir û wih agot: “Serokwezîr welatekî çawa dixwaze. Gelo bi her tiştî dixwaze siyaset, çapemenî, spor, huner, daraz, heta jiyana olî ya xwe li welat ferz bike û bi vî awayî welat bi rêve bibe.

Abdurrahîm Ay li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê û Erdogan bi tund rexne kir. Ay da zanîn ku, Serokwezîrê tirk Erdogan dixwaze rêvegeriyeke ku her tişt girêdayê wî be ava bike û wiha got: “Serokwezîr siyasetmedarekî çawa dixwaze. Gelo siyasetmedarekî ku ji giştî divê ji herêma xwe qut bûbe, ne rastiyan, yên li xweşa wî diçe dibêje dixwaze? Profîleke siyasetmedarekî wisa dê çawa fêdeya wê ji civakê re hebe. Serokwezîr welatekî çawa dixwaze? Gelo bi her tiştî dixwaze siyast, çapemenî, spor, huner, daraz, heta jiyana olî ya xwe li welat ferz bike û bi vî awayî welat bi rêve bibe. Gelo ew bixwe dixwaze bibe welatiyekê welatekî wisa.”

Cigirê giştî yê Mazlum-Derê Selahattîn Çoban jî metna nivîskî xwend û wiha got: “ Ji ber gotinên serokwezîr yên demên dawî, me pêwistî bi daxuyaniyek wisa dît.”